Ciwanên Amedê: Em ê AKP'ê di sindoqan de têk bibin

Ji hilbijartinan re çend roj man, li Amedê ciwan diyar kirin ku dê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û bi van gotinan banga xwedî derketina li sindoqan kirin: "Em ê AKP'ê di sindoqan de têk bibin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di hilbijartinên Serokomarî û Parlamenterî yên ku di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê were pêkanîn de dê 4 milyon û 904 hezar û 672 hilbijêrên nû dengên xwe bikar bînin. Dê dengên ciwanan bikar bînin hilbijartinê diyar bike. Jinên ciwan ên ku îsal cara ewil biçin ser sindoqan ji sindoqan çi hêvî dikin? Tercîhên wan ji bo kijan aliyê? Ciwanên ku me mîkrofon dirêjî wan kir bersiv dan.

‘Ciwan dê AKP'ê di sindoqan de têk bibin’

Yek ji hilbijêrên ku cara ewil dengê xwe bikarbîne Sila Aktaş, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ê wek jinên ciwan hikûmetê di sindoqan de têk bibin û wiha dom kir: “Em Kurd li her qadê tên vederkirin. Em ê ji bo li dijî vê vederkirinê bibêjin em li vir in, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Tundiya li dijî jinê zêde dibe û li holê edalet tune ye. Em ê li dijî wan dengê xwe bikar bînin. Em ê wan di sindoqan de têk bibin. Em ê wek ciwan û jin li ser sindoqan bin û dengên xwe biparêzin. Yên li ber xwe didin û yên bi ser bikevin jî em ê bin.”

'Em ê ji bo avabûna rojê dengê bidin Partiya Çepên Kesk'

Hêrem Nergiz da zanîn ku ji bo welatekî wekhevtir û demokratîktir dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk, yek ji wan ciwanên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê erkdar e. Hêrem Nergiz diyar kir ku ji bo di vê heyama tarî de roj avabibe divê hemû kes sindoqan biparêze û wiha got:

“Ez wek ciwanek 19 salî di vê hilbijartina ji bo Tirkiyeyê pir girîng de cara yekem dengê xwe bikar bînim. Ez ê ji bo welatekî wekhevtir, demokratîk û azadîxwaz dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Her çiqas navê partiyên me biguhere jî her tim demokrasî û wekheviyê avakir. Ji bo me jinan yek ji tiştên herî girîng jî rakirina Peymana Stenbolê û parastina mafên jinan e. Bila cînayetên jinan çênebin û mirov di nava fikaran de nejîn. Em di mijara ewlehiya hilbijartinê de bi fikar in. Dema her encamek tê eşkerekirin dengên wenda dibin hene, lewma em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ez jî wek berpirsyara dibistanek bang li hemû erkdarên sindoqan dikim. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin."

'Ez ê ji bo guhertina tiştên heyî herim ser sindoqan'

Newroz Taşan jî diyar kir ku ew ê wek ciwan daxwaza pêşerojeke hin ronahîtir dikin. Newroz Taşan, diyar kir ku hikûmeta heyî bi tu awayî ev daxwaz bi cih nayne û da zanîn ji bo rojên hin zêdetir azad dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Newroz Taşan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Beguman dengê min ji bo Partiya Çepên Kesk û dengê xwe ya Serokomariyê jî bidim Kemal Kiliçdaroglu. Li welat bi awayekî têrkêr nirx nade jinê, em her roj bi nuçeyek cînayetên jinan re hişyar dibin. Ez wek jin li dijî vê yekê me jî. Em wek xwendekar êdî nikarin dibistan û perwerdehiya xwe bifikirin. Ji bo dawî li van bê û were sererast kirin, em ê îsal dengê xwe bidin. Ez ji dil bi partiya xwe bawer im, ji ber vê yekê ez ê dengê xwe bidim wan. Ez wek xwendekar dixwazim bêyî fikara tayînkirinê bijîm. Hikûmeta bi salan hebûna xwe didomîne ji bo me tiştek nekir. Ne ciwan û ne jî jin ji rewşa heyî razî ne. Ez ji vê rewşê nerehet im û ji bo guhertina vê rewşê dê herim ser sindoqan. Hikûmet berdêla tiştên pêk aniye dê li sindoqan bide. Ez wek jinek ciwan dixwazim bi azadî bijîm.”