Li Cizîrê mirina zarokekî bi guman

Kurê Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Cizîrê Kakil Tadik ê 15 salî Ferhat Tadik, bi guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Kurê Kakil Tadik yê Rêveberê Partiya Pêşerojê yê navçeya Cizîra Şirnexê Ferhat Tadik ê 15 salî,  bi gumana jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku Ferhat Tadik bi çekê hatiye gulebarankirin. Hate hînbûn ku malbata zarok piştî ferqkirina bûyerê agahî dane ekîbên tenduristiyê. Pisporên ku çûn cihê bûyerê diyar kirin ku zarok miriye.

Cenazeyê Ferhat Tadik ê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, piştî karên otopsiyê li Goristana Cizîr Asrî hate definkirin. Der barê mirina zarok de lêpirsîn hat destpêkirin.