Li Cezayîrê li dijî şîdeta dîjîtal ji bo sererastkirina zagonê projeyek nû

Seroka Komeleya Djazairouna Şerîfa Khoddar, diyar kir ku armanca wan ew e li dijî şîdeta dîjîtal a li dijî jinan zêde dibe, gotinên bi nefret û cudakariyê zagon derkeve û di vê çarçoveyê de dest bi projeyek kirine.

NECWA RAHÎM

Cezayir- Yek ji awayên şîdetê ku jin bi salan e ji ber bêzar bûne, şîdeta dîjîtal e. Gelek saziyên jinan li dijî şîdeta dîjîtal hewl didin hişyariyê çêbikin û ji bo hikumet di vî warî de zagonan derbixin xebatên xwe didomînin. Yek ji wan jî Komeleya Djazairouna a Cezayîrê ye. Komele li ser pirsgirêkên bingehîn şîdet, tecawizê radiweste, bi projeya ku di sala 2023’yan de dest pê kirine, agahiyan didin kesên ku rastî şîdetê hatine, zextê li hikumetê dike ku di zagonan de guherînan çêbike.

Seroka Komeleya Djazairouna Şerîfa Khoddar, bal kişand ku cudakarî û gotinên bi nefret bandorên xirab li ser jiyana jinan dikin û got ku di vê çarçoveyê de porjeyek bi pêş xistine.

Ji her derê jin rastî şîdeta dîjîtal tên

Şerifa Khoddar got ku li ser giliyên ku ji jin û zarokên keç ên rastî şîdetê hatine kirine, wan biryar dane dest bi projeyê bikin û diyar kir ku bi wê yekê gihîştine jinên ji gelek beşên civakê û bi wan re hevdîtin kirine. Şerîfa Khoddar, wiha behsa xebatên ku di çarçoveya projeyê de dikin kir:

“Me bi gelek jinên ku di saziyên giştî de dixebitîn, ên li malan, ên bêkar, xwendekarên zangîngehê re hevdîtin kir. Me dît ku li ser medyaya dîjîtal rastî şîdet û gotinên nefretê hatine û di wê çarçoveyê de me projeya xwe bi pêş xist.

Psîkologên komeleya me û aktivîstên xwedî tecrube yên bi salan e dixebitin van hevdîtinan kirin. Di van hevdîtinan de me dît ku gotinên “cihê jinan metbex e” û yên bi vî rengî di warê psîkolojîk de bandorên nebaş li ser wan çêkiriye. Piştî hevdîtinên me kirin, me belge û rapor amade kirin. Di encama vê de me bi jinan re civînan li dar xist. Em dixwazin nexşeriyek diyar bikin û pêşkêşî Parlamentoya Cezayîrê bikin. Di vê mijarê de ji bo hinek zagon derbikevin em ê zextê li hikumetê bikin.”

Li dijî şîdeta dîjîtal armanc dikin ku şiyariyê bi bikarhêneran re çêbikin

Şerîfa Khoddar, diyar kir ku li dijî gotinên bi nefret û cudakar ên li sr medyaya dîjîtal, ji bo bikarhêneran hişyar bikin û agahiyan bidin wan dixebitin û got ku ew gihîştine jin û zarokên keç ên li ser medyaya dîjîtal rastî gotinên xirab hatine, di warê mafan de wan agahdar kirine û ji wan re gotine ku dê li ba wan bin. Şerifa Khoddar, got ku di çarçoveya projeyê de gelek jinên rojnameger, hiqûqnas, akademîsyen û xwendekar ên parêzvanên mafên mirovan anîne ba hev, semîner û forum li dar xistine û wiha domand: “Bi vê projeyê, di têkoşîna li dijî gotiên bi nefret ên li dijî jinan, me materyalên zagonî yên curbecur weşand, parve kir, li ser medyaya dîjîtal dest bi kampanyayek berfireh kir. Em bawer dikin ku em ê guherînên zagonî pêk bînin.”