Li Bangladeşê ji ber nexweşiya dangê hejmara miriyan zêde dibe

Li Bangladeşê ji ber nexweşiya Dangê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hezarî derbas kir. Li welat ji ber nexweşiyê her roj bi hezaran kes serî li nexweşxanê didin.

Navenda Nûçeyan - Li Bangledeşê ji ber nexweşiya dangê a ku ji mêşa derbas dibe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye zêde dibe. Daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Tenduristiyê ya Bangladeşê hat kirin de hat diyarkirin ku li seranserî welat hejmara kesên ku ji ber nexweşiya dangê jiyana xwe ji dest dane gîhîştiyê hezar û 6’an.

Tê diyarkirin ku ji ber nexweşiya dangê  her roj bi hezaran kes serî li nexweşxaneyê didin. Pisporan diyar dikin ku ji ber ku nexweşî di wextê xwe de nehate tespîtkirin û rakirina dereng a nexweşxanê rêjeya mirinê îsal zêde bûye.

Li Bangladeşê ji ber nexweşiya dangê di 23 salên dawî de mirin derket asta herî bilind. Sala borî ji ber nexweşiya dangê 281 kes jiyana xwe ji dest dabû.