Li Amedê gel ber bi walîtiyê ve meşiya

Piştî lêgerînên li Navenda Kar a Galerîa ya Amedê hatin rawestandin, gel ber bi walîtiyê ve meşiya.

Navenda Nûçeyan – Ji 7 awahiyên ku ji ber erdheja wek navend li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û 7,5 pêk hat, ji apartmana Işik a li ser şara Îskan Evlerî ya girêdayî navçeya Rezanê cenazeya du kesan hat derxistin. Yek jê zarokek keç dû kes jî ji hilweşînê bi birîndarî hat rizgarkirin.

Lêgerîna li Navenda Karsaziya Galeria ya li Kolana Elezîzê ya navçeya Yenîşehîrê hat rawestandin. Piştî ku lêgerîn hatin rawestandin gelê ku li benda agahiya ji xizmên xwe yên di bin xirabeyan de bûn, ber bi walîtiyê ve meşiyan.