Li Şengalê kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ didome

Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê bi çalakiyên cûr be cûr kampanyaya ‘Jin jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de bi coşek mezin didomîne herî dawî li Geliyê Kersê a girêdayî Şengalê 500 darên fêkiyan hatin çandin.

Şengal- Li Geliyê Kersê Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê di bin sîwana hemleya xwe de ya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de 500 darên fêkiyan çandin. Bi mebesta xweşkirin û ji nû ve şînkirina Şengalê ev çalakî li dar xistin. Jinên ciwan beriya niha jî li gelek cihên Şengalê bi rengekî girseyî dar çandibûn.

‘Ji bo Şengala me xweşîktir bibe em daran diçînin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Şîlan Şengalî da zanîn ku ew wekî jinên ciwan pêwistî dîtine ku xwezaya Şengalê bi daran bixemilînin û her dera Şengalê kesk bikin û wiha got: “Em weke jinên ciwan hatine Geliyê Kersê ji bo ku em daran biçînin. Ji bo ku ku Şengala me xweşiktir bibe. ji ber ku li Şengal tiştên xwezayê zêde nemabûn. Em jî weke jinên ciwan ji her dera Şengalê em hatin û me 500 dar li geliyê Kersê çandin. Me li ser riya Xanesorê û derveyî Geliyê Kersê li gelek ciha dar çandine. Emê di pêşerojê de li cihên cûda û li gundan jî daran biçînin. Ta ku Şengala me geştir û kesktir bibe.”

‘Li Şengalê xwedî derkevin’

Şîlan Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku ji bo keskirina xwezaya cih û warên xwe pêwîste ked bidin û wiha got: “Banga min ji her ciwanekî re û her kesekî heye ku li xwezaya Şengalê xwedî derkevin û keskahiya wê zêdetir bikin û daran pir biçînin.”

‘Pêwîste em her deverê Şengalê kesk bikin’

Her wiha Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Bêrîtan Çiya û Naz Şemal nêrînên xwe anî ziman û bal kişandin ser giringiya çandiniya daran û wiha gotin: Em îro daran diçînin ji bo ku em xwezaya xwe xweş bikin. Pêwîste her der kesk û xweş be. Emê her deverê Şengala xwe kesk bikin. banga me ji bo hemû kesî heye ku çi li malê xwe yan derveyî mala xwe bin dara biçînin û xwezayê xweş û geş bikin.”