Li Şengalê ji bo girîngiya zimanê dayikê komxebatek hat lidarxistin

Li Şengalê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê komxebatek bi dirûşma, “Civak bi zimanê xwe, digihîje armanca xwe” li dar xist. Di komxebatê de li ser girîngiya zimanê dayikê semîner hat dayîn.

Şengal - Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê duh li navenda Şengalê komxebatek bi beşdariya mamosteyên zimanê kurmancî Hevserokatiya Desteya Rêveber û Meclisa Xweser a Şengalê, nûnerên PADÊ, komîteya perwerdeyê û ragihandinê, bi dirûşma, “Civak bi zimanê xwe, digihîje armanca xwe” li dar xist.

Kesên beşdar, ji bo pêşxistin û şêwazê rêxistinkirina zimanê dayikê li Şengalê û fermîkirina wê nêrînên xwe anîn ziman.

Di komxebatê de ji bo vekirina dibistanên zimanê dayîkê di sala nû de plansaziyeke nû derket. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser ji bo fermîkirina zimanê dayîkê li Iraqê di nava hewldanan de ye lê ev ji aliyê îdareya Mûsilê ya di bin bandora PDK’ê de ye tê astengkirin.

Di komxebatê de girîngiya zimanê Kurdî, şêwazê dayîna wê, şandina zarokan ji bo dibistanên zimanê dayikê û bandora wê ya li ser civaka Êzidî bi berfirehî hat nirxandin. Li gorî encama ku ji komxebatê derket, wê meha Cotmehê deriyên dibistanên zimanê dayikê li Şengalê vebin.

‘Perwerdeya ku were dîtin dê li gorî ol û baweriya me be’

Hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Cîhan Celo li ser komxebatê û girîngiya ziman axivî û got: “Ev komxebat ji bo pêşxistin û dayîna fêmkirina zimanê dayikê gelekî girîng e. Rêveberiya Xweser ji bo zimanê dayikê yê Êzidiyan ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê ve bi awayeke fermî were nasîn, dixebite. Ji bo vekirina deriyên dibistanan jî li seranserê Şengalê xebat tên kirin. Divê em girîngî bidin zimanê xwe û xwedî lê derbikevin. Em dibînin tu mafên zarokên me di perwerdeyên din de nîn e. Perwerdeya bi zimanên din tê wateya dûrbûna ji çand û civaka xwe. Yên ku pêşerojê ji bo civaka Êzidî ava bikin ev mamoste ne. Ji bo wê jî pêwîst e hemû malbat piştgiriya rêveberiya xweser bikin.”

‘Pêwîst e malbat nebin asteng li pêşiya zarokên xwe’

Ji rêveberiya mamosteyên Şengalê Xalîde Şengalî di destpêka axaftina xwe de qala destpêka avakirina saziya ziman kir û wiha pê de çû: “Piştî ku 9 sal derbas bûn komxebata yekemîn bû ku me çêkir. Hin biryarên nû hatin dayîn di vê komxebatê de. Ji ber ku ziman mafê her civakê ye. Weke civaka Êzidî mafê me ew e ku em bi zimanê xwe bixwînin. Em komek kes bûn destpêkê. Me ji bo xwe dosyayek li ser dîroka me, çand û hwd. diyar kir û me biryar da ku zarokên civaka xwe bi çand û baweriya xwe perwerde bikin.  Pêwîst nîn e ku zarokên me biçin çanda civakekî cuda fêr bibin û ya xwe nas nekin. Daxwaza me ji malbatên hemû zarokan ew e ku ji bo perwerdeya bi ziman û çanda xwe li pêşiya zarokên xwe nebin asteng.”

‘Me perwerde didît û perwerde dida’

Mamoste Sûad Silêman jî der bare komxebatê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Cihê kêfxweşiyê bû ku komxebateke wiha hat lidarxistin. Pir kêmaniyên ku hatibûn kirin, hatin nirxandin û çareserkirin. Biryarên girîng ji bo pêşeroja zarokan hatin girtin. Dibistana bi tîpîn Latînî ji sala 2015’an ve vebûye. Dibistanên bi tîpîn Erebî tunebûn. Me didît ku derûniya zarokan gelek bi bandor bûye, ji bo wê jî me dît ku pêwîstiyeke lezgîn e dibistan vebin û me vekir. Me hem perwerde didît hem jî dida zarokan. Ew dem dibistanên me kon bûn lê niha perwerdeyên me di gundan de hene. Perwerdeya me mijara wê ya herî esasî zimanê dayikê ye.”