Li Şengalê 3 gorên komî yên din hatin vekirin

Duh li navçeya Siba Şêx Xidir a girêdayî Şengalê dest bi vekirina 3 gorên komî hat kirin. Di vekirina gorên komî de xizmên kesên ku hatine qetilkirin axivîn û diyar kirin ku 9 sal in li bendê ne ku cenazeyên xizmên wan ji bin axê derkevin.

Şengal - Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê Fermana 74’an pêkanîn. Di encama vê fermanê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, koçberkirin û revandin. Di heman demê de bi dehan gorên komî li gund, bajar û navçeyên herêmê hatine çêkirin. Her çendî diviya bû ev gorên komî ji zû ve bihata vekirin lê ji ber bêxemiya hikumeta Iraqê hîn jî bi sedan gorên komî benda vekirinê ne.

Tîmên vekirina gorên komî ya ser bi saziya şehîdan a Iraqê ve ku di bin çavdêriya NY’ê (Netewên Yekbûyî) de kar dike, dest bi vekirina gorên komî yên li navçeya Siba ya girêdayî Şengalê kirin. Vekirina gorên komî bi merasîmeke olî û amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), serokeşîr û Babe Şêx dest pê kir. Destpêkê Babê Ruhanî yê Êzidiyan Babe Şêx dest bi vekirina goran kir.

‘Ev 9 sal in em bang dikin’

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Siba Şêx Xidir Gulê Mêşo sersaxî ji malbatan re xwest û da zanîn ku 9 sal in gorên komî bûne qurbana bêxemiya Iraqê û wiha got: “Em bixêrhatina hemû kesên ku li vir amade bûne dikin. 9 sal in hestiyên şehîdên me di bin axê de ne. Kesê tiştek ji bo derxistina wan nekir. Iraq bêdeng bû, her kes bêdeng bû. Fermanek hat serê me, gelek kes hatin qetilkirin û bi komî wan bin ax kirin. Cenazeyên me 9 sal in bêxwedî mabûn. Ger heval bi hewara me ve nehatibana em ê jî bihatana qetilkirin. Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin.”

‘Gerîla me ji qirkirinê xilas kirin’

Gulê Mêşo ya qala fermanê kir anî ziman ku pêşmergeyên PDK’ê wan di nav fermanê de hiştine û reviyane û wiha domand: “Çekên me jî biçûk bûn, şehîdên di van goran de, bi wan çekan li ber xwe dan lê cebilxaneya me tunebû ew jî şehîd bûn. Em kesên ku man jî em reviyan, gerîla hatin û em ji qirkirinê xilas kirin. Heta em bijîn em ê wan ji bîr nekin. Niha jî em bi fikrên Serok Apo xwe birêve dibin. Bi fikrên pak û xweş em têdikoşin. Heta ku cîhan hebe Rêber Apo serokê me ye û bê Rêber Apo jiyan nabe. Ger heval tunebin em jî nîn in. QSD xwînê dirjîne ji bo ku keç û jinên Êzidiyan ji destên DAIŞ’ê xilas bike.”

‘Em bi hevî ne bi rêzdarî nêzî cenazeyên me bibin’

Nehla Qîranî yek ji xizmên şehîdên di gorên komî de ye, 7 xizmên wê di nava goran de ne, diyar kir ku ew hêvî dikin bi rêzdarî nêzî cenazeyên wan bibin û wiha got: “Ji mala me 7 kes xal û mamê min û gelek kesên din jî em dikarin bibêjin ku hemû jî yên me ne tê de ne. Em hêvîdar in hestiyên şehîdên me zû li me vegerînin û ne weke şehîdên berê bikin doza tabûtan û tiştan li me bikin. Ji bo me gelek zehmet bû ku 9 sal in gorên komî li cihê xwe bûn, pêwîst e zûtir rakiribûna. Ev şehîdên li vê derê hemû li ber xwe didan lê mixabin cebilxaneya wan xilas bû, li vir hatin qetilkirin. Ji bo ku em xilas bibin me berê xwe da çiyayan û em wisa xilas bûn.”

‘Armanca DAIŞ’ê tunekirina me bû’

Zehiriya Şemo ku bi xwe ji Siba Şêx Xidir jî wiha got: “Rojeke reş e, roja fermanê tîne bîra me. Ev 9 sal in ku cenazeyên me di bin axê de bûn. Kesek ji bo xwe nedikir xem. Piştî 9 salan nû îro hatine derdixin. Armanca DAIŞ’ê tunekirina me bû lê belê hevalan em xilas kirin. Yên ku em xilas kirin di dema fermanê de heval bûn, ji bo wê jî em spasiya hevalan dikin û ji kesên ku îro cenazeyên me ji bin axê derdixin re jî spasî dikin.”