Li Şehbayê semînerên ji bo 8’ê Adarê didomin

Jinên Efrîn û Şehbayê li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bi semînerên ku bi boneya 8’ê Adarê tên darxistin de soza berxwedan û têkoşînê dan û diyar kirin ku ew ê heta azadiya hemû jinan berdewam bikin.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba – Çalakiyên 8’ê Adarê îsal dê “Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve” werin lidarxistin. Kongra Star Efrîn-Şehbayê rêzesemîneran li hemû gund û navçeyên kantonê di hemû sazî û desteyan de li dar xistin der barê berxwedana dîrokî ya jinan de axaftin hatin kirin.

Çalakiyên Kongra Star Efrîn-Şehbayê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê ji 28’ê Sibatê ve dest pê kirin û dê roja 8’ê Adarê bidomin.

‘Jin ji dîrokê ve heta îro li dijî desthilatdaran têdikoşin’

Li ser van semîneran, koordînatora Kongra Star a navçeya Şêrewaya Efrînê, Leyla Xalid got: “Jin ji dîrokê ve heta îro li dijî desthilatdar û hişmendiya mêr têdikoşin. Bi têkoşîna xwe tarîtiya jiyan ronî dikin. Rola jinan di hemû warên fikrî, hunerî, siyasî, dîplomasî û leşkerî de jî girîng û bingehîn bû, jinan, bi xebatên xwe hewl dan civakek demokratîk û azad ava bikin.”

Leyla Xalid got: “Bi saya felsefeya rêberê kurd  Abdullah Ocalan me xwe nas kir, hêz girt û em dikaribûn li pêş hişmendiya desthilatdar rawestin ku dixwaze jinan û cihê wan ê di nava civakê de tune bike. Em ê berxwedana xwe li ser şopa vê fikrê berdewam bikin û di nava hemû jinan de belav bikin.”

‘Rewşa gelê herêma Efrînê bi erdhejê xirabtir bû’

Der barê rewşên giran ku gelê navçeya Şêrewaya Efrînê dijîn de jî got: “Tevî hemû êş û dijwariyên jiyanê li navçeya Şêrewayê ji bombebaranên dagirkeriya Tirk bigre heta dorpêça hikumeta Şamê li ser ferz kiriye, ji bilî erdheja dawî li herêmê êşên gel zêde kirin. Lê em dest ji doza xwe bernadin û em ê piştgiriya hemû jinan bikin heta ji qeydên koletiyê rizgar bibin. Em ê li dijî dijmin şer bikin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bibin.”

‘Jinan ji bo şoreşê bedelên giran dan’

Endama komîteya perwerdeyê ya Kongra Star a navçeya Şêrewayê Medîhe Şêx Xelîl jî got: “Roja 8’ê Adarê rihê berxwedanî û têkoşîna jinan e. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan tiştê herî giranbiha di bedela serkeftinê de dan, ji bo şoreşê bênavber xebitîn ji ber wê ye ku jin ji aliyê pergalên kapîtalîst ve hatin hedefgirtin.”

Medîhe Şêx Xelîl da zanîn ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên cîhanê û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan berdewam bikin.

Hevseroka komîna gundê Kiştarê yê navçeya Şêrewayê Nûran Mûsa jî got: “Bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan jinan xwe nas kiriye û di hemû warên jiyanê de îsbat kirine. Divê hemû destkeftiyên jinan bên parastin û jin li pêş hişmendiya desthilatdar bibin yek.”