Jin bi hunerê dengê şoreşê bilind dikin
Endama Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Hefî Mihemed Ebdul-Qader bal kişand li ser hebûna jinê di qada hunerê de û wiha got cih girtina jinê ya li ser sehnê, stran gotin û peyama xwe gihandina cîhanê ji bo me şoreşek e.”
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Jinên ji bajarê Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewl didin nêrîna civakê ya der barê rola jinê ya di qada çandê de biguherînin û bi dengê xwe çanda civakê nîşan bidin. Endama Navenda Çand û Hunerê Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hefî Mihemed Ebdul-Qader, diyar kir ku jin ji bo xwe ispat bikin û rastiya çanda herêmê biguherînin rastî astengiyên mezin tên û anî ziman ku li aliyekî vê jî bi vê ferasetê re têbikoşîn.
'Piştî şoreşê rola jinê guherî'
Hefî Mihemed Ebdul-Qader a der barê xebatên xwe de, wiha got Koma Aşitiyê yek ji koma ku di navbera salên 1998 û 2000’an de ji demên kevnar ve hatiye avakirin e. Dema kom cara yekem ava bû, jin jî di nava vê komê de cih girtin lê ji ber ku civak hebûna wê ya divê qadê, komê û sekna wê ya li ser sehnê qebûl nekir, paşveçûnek çêbû. Piştî Şoreşa Rojava û rizgarkirina Minbicê jin rola xwe ya di Tûmena Selemê de girt û mohra xwe li wir xist.”
'Em cih girtina jinê ya di qada çandê de misoger dikin’
Hefî Mihemed Ebdul-Qader der barê astengiyên ku jin dema di karê hunerî de dixebitin rû bi rû dimînin de axivî, wiha got: “Jinan li van herêmên ku kevneşopî, nêritî û feraseta mêr serwer e, bandor li rastiya jinê û pêşketina wê dike. Mêrê serwer li her derê derketina jinê ya sehnê ya li ber girseyeke mezin û vegotina stranan asteng dike. Di qada çand û hunerê de ji jinê re cih nayê dayîn. Di vê qadê de jî mêr hene. Em ji bo guhertina vê ferasetê çi ji destê me tê dikin. Em hewl didin civakeke demokratîk ku wekhevî û edalet heye ava bikin. Cih girtina jinê ya di qada hunerî de, cih girtina li ser sehnê, bi deng û hestên vegotina stran û peyama xwe gihandina cîhanê ji bo me şoreşek e.”
Hefî Mihemed Ebdul-Qader diyar kir ku ew dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirine û wiha got “Me komeke din a jinê ya navê Gundê Şehîd Avîn hildigre ava kir û di nava vê komê de ji hemû pêkhateyan jin hene. Jin xwe ji bo çalakiya 8'ê Adarê amade dikin. Divê çalakiyê de dê jinan jêhatiya xwe nîşan bidin.
'Jin peyama xwe gihandin cîhanê'
Hefî Mihemed Ebdul-Qader ku der barê nêrîna civakê de jî nirxandinan kir, wiha axivî:”Jin bi têkoşîn û berxwedanê dikare nêrîna civakê biguherîne. Bêyî berxwedan jin nikarin nêrîna civakê biguherînin. Rêya ku civak jinê qebûl dike jî di vê warê de bi têkoşîna jinê ya bi cewher û çanda xwe ya resen derbas dibe. Kapîtalîzmê, fikra ku jinên li ser sehnê radiweste ne ji bo çanda civakê ye, jin bi şovek re hemtayî avakir, ji ber vê civak îro bi rêya şoreşa gel avabûye red dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li ser sehnebûn û peyama xwe ji cîhanê re gihandin. Em ê bi têkoşîna xwe di qada çandê de guhertinan biafirînin. Em hewl didin ku feraseta civakê û qebûlkirina jinê di qada çandê de biguherînin û dengê şoreşa jinê bi dengê xwe bigihînin cîhanê.”