Jinan ji bo mexdûrên erdhejê mûm pêxistin

Jinan bi piştgiriya kampanyaya “Ji pencereya xwe mûmekê vêxin” banga piştevaniyê li kesên li herêma erdhejê dijîn kirin.

Navenda Nûçeyan – Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê yên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne kampanyaya “Ji pencereya xwe mûmekê pêxe” da destpêkirin.

Jinên ku ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re çûn Mereşê mûm pêxistin û beşdarî kampanyayê bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy û Dilşad Canbaz, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol û endamên Komeleya Jinê ya Demê mûm pêxistin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

‘Em li kêleka hev in’

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol, diyar kir ku mehek li ser erdhejê re derbas bûye û bêyî parvekirina şîn, hêrs û xemgîniyê ev meh temam kirine. Îlknur Bîrol, diyar kir ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine Bazarcixê û wiha got: “Li derve baraneke bihêz dibare û bi hezaran kes hewl didin di bin konên ku av navre derbaz dibe de yan jî bê kon jiyana xwe bidin berdewam kirin. Ji Mereş Pazarcikê em bersivê didin banga ‘Tu jî ji pencereya xwe mûmekê pêxe’ ya ku ji bo hevpariya xemgînî, şînê û hêviya ku em bi hev re ji vê kavilê rizgar bibin û jiyaneke nû biafirînin, didin. Me mûmên xwe pêxist û di ronahiya van mûman de em li kêleka hev in ku bi vê civakê re pêşerojeke geş ava bikin.”

Îlknur Bîrol got: “Em îro wek jin li vir in. Jinan destên hev girtin, şîna xwe parve kirin, xema xwe hevpar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li pêşiya xwe, bêyî ku dest ji hev berdin, rêwîtiya jiyana nû ya pir dirêj bidomînin û banga hevgirtinê kirin.

Li Hatayê bal kişandin ser hevgirtinê

Dildarên Koordînasyona Piştevaniya Erdhejê ya li Taxa Defne ya Heyatê bi mûmên ku pêxistine bal kişandin ser hevgirtinê û gotin: “Bila careke din karesateke wiha çênebe, mirov jiyana xwe ji dest nedin, kes bê mal nemîne.”