‘Em ê li dijî xirabeya hikûmetê avakir jiyana nû biafirînin’- BER Bİ 8'Ê ADARÊ

Jinên TJA'yê ku bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyandin" 8'ê Adara îsal li herêmên erdhejê pêşwazî dikin, diyar kirin ku ew ê li dijî xirabeyên hikûmetê avakiriye jiyana nû biafirînin û dê xebatên wan hin xurtir pêş bikevin.

EKÎN ARDA

Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li 11 bajarên ku erdhejên navenda wan Mereş hilweşandinên mezin pêkanî, pêşwazî dikin. TJA’yê starta xwe bi dirûşma “"Hevgirtina jinê dide jiyandin" û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di 26’ê Sibatê de bi dirûşma “Em ne bi tenê ne, bi hev re/Jin, jiyan, azadî” da, Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) MYK’ê û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulsen Sîncar tekîldarî mijarê ji ajansa me re nirxandinan kir. Gulşen Sincar girîngiya 8'ê Adarê ya îsal ji bo jinan, hevdîtinên li qadên erdhejê, tiştên mexdûrên erdhejê jiyan kirin, daxwazên wan û xebatên piştî 8'ê Adarê bên kirin vegot.

'8'ê Adarê ji bo pêşxistina xeta çalakiyê rojek girîng e'

Gulşen Sîncar diyar kir ku divê pêşî li plana pişt ya dîrokî ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê baş bê lêkolînkirin û wiha got: “8’ê Adarê rojeke ku jin ji bo mafên xwe derkevin qadan, çalakî û rêxistinbûna xwe pêş bixin. 8’ê Adarê ji mehên ewil ên biharê, yek ji rojên ku jin dadikevin qadan li ser jiyana xwe gotin dibêjin, li dijî hikûmeta aqilê mêr li kolan û qadan dengê xwe diqîrin û rêxistinbûna xwe pêş dixin e. 8'ê Adarê ji bo me destpêka salê ye û ji bo pêşxistina xeta çalakiyê, xeta têkoşîn û berxwedanê ya tevahiya salê dîrokek girîng e. Wek her sal, îsal jî di vî warî de me bi plansaziyên cuda derketinr rê. Lêbelê ji ber karesata erdheja meha borî giraniya 8'ê Adarê ya îsal herî zêde li ser jinên hatin qetilkirin û pêşxistina ruhê hevgirtineke mezin ya li herêmên ku karesata erdhejê lê qewimî bû.”

'Em dixwazin xeta têkoşîna jinên hatine qetilkirin mezin bikin'

Gulşen Sîncar, anî ziman ku sedsala 21’emîn di warê jinan de sedsaleke ku têkoşîna tê bilindkirin e û wiha axivî: “Ger em bi taybetî sala borî binerin, pêvajo û rihek ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” di şexsê Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin de hat pêşxistin derket holê û hemû jinên cîhanê jê bandorbûye ye. Em jî 8’ê Adara îsal diyarî Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin û Evîn Goyî ya li Parîs a Fransayê hate qetilkirin kir. Di vê wateyê de me xwest em xeta têkoşîna jinên hatine qetilkirin pêl bi pêl hin zêdetir mezin bikin û li dijî feraseta mêr xeta xwe ya têkoşînê ya bihunîn.”

'Jiyana mirovan qurbanê têkiliyên rant hat kirin’

Gulşen Sîncar bal kişand ser karesata erdheja navenda wê Mereşê û li 11 bajaran bandor kir û gotinên xwe wiha domand: “Erdhej helbet çerxeke xwezayî ye, lê me dît ku rant û têkiliyên bazirganiyê yên ku ji aliyê sermayeya kapîtalîst ve hatine hole derxistin çawa jiyana mirovan paşguh dike. Tê gotin, ‘Kareseta Sedsalê' û dê weke yek ji demên herî tarî yên tevahiya dîroka mirovahiyê cihê xwe di dîrokê de bigre. Me careke din dît ku ev tedbîr nehatin bi cih anîn, canê mirovan û jiyana mirovan çiqasî qurbanê sermaya kapîtalîst û têkiliyên rantê hatine kirin. Em hem tedbîrên beriya erdhejê bên girtin nehatin girtin, hem jî me nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî pirsgirêkên piştî erdhejê dît. Nêzîkatiya hikûmetê ne di xala çareserkirina pirsgirêkan û birêvebirina qeyranê de bû, berevajî vê yekê di xala hîn bêhtir kûrtir bike de bû.

 

‘Xwestina helaltiyê kedxwarî kirina hestên mirovan e’

Me dît ku hikûmeta navendî li hemberî mafê jiyanê ya gel, jin, ciwan û zarokan çiqasî astengiyek çawa ya. Hikûmet li şûna ku îro mafê jiyanê yê gelan biparêze, di vê mijarê de hêsta şermkirin û kêmasiyê bijî, nêziktiyek nêzî heqaretê domand û têgehek “helaltiyê” anî holê. Ev ne nêzîkatiyek e ku pir hêsan were girtin e. Nêzîkatiyên bi vî rengî nêzîkatiyên kedxwarîna cîhana hestiyar a mirovan e. Em dibînin ku pergala ku bi van nîqaşan hewl dide xwe biafirîne çiqasî xitimî û teng bûye.”

'Li pêşiya me rêyeke dirêj heye'

Gulşen Sincar da zanîn ku ji roja ewil a erdhejê ve wek jin, ciwan û bi tevahî artêşeke dilxwazan, ji hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê mirovan seferberbûn û wiha got: “Em ji bo hinek me jî li bajarên ku erdhej lê çêbûye êşa gel sivik bikin û çi ji destê me tê bikin li qadan bûn. Em ê ji niha û pê ve jî li qadan bin. Em bi vê hevgirtinê re vê yekê dît; di mijara gel li hemberî nêzîkatî û helwêstên pergala navendî ger bixwaze dikare çawa xwe birêxistin bike de jî mînakek teşkîl kir. Em ji roja ewil a erdhejê heta niha her tim li qadan bûn. Bi taybetî li Semsûr, Meletî, Mereş, Hatay û Dîlokê kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund xebat hatin meşandin. Lê ev jî nîşan dide ku ji bo ku em karibin di pêşerojê de pêvajoyê bi rê ve bibin û tevbigerin, hîn rêyek dirêj li pêşiya me heye.”

'Berdêla polîtîkayên şaş jin û gel didin'

Gulşen Sincar, da zanîn ku ew ê her tim rexneyên xwe yên li dijî pergalê bînin ziman û wiha got: “Em weke jin û gel berdêla polîtîkayên şaş ên pergalê yên li dijî xweza, civak, jin û jiyanê didin. Em bi durişmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li dijî zîhniyeta hikûmetê têkoşîna xwe dimeşînin. Em diyar dikin ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinê. Em hemû çalakiyên xwe li ser vê yekê pêş dixin. Em ji bo jin baştir xwe birêxistin bikin û jin li dijî hilweşîna desthilatdariyê jiyana nû baştir bihunîn li qadan in û em ê dê li qadan bin.”

'Armanca me dîtina jinan û parvekirina êşa wan bû’

Gulşen Sîncar a xebatên li herêmên erdhejê tên kirin nirxand, wiha got: “Ji kêliya yekem a erdhejê ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê alîkarî hatin. Lê hikûmetê di vê pêvajoyê de OHAL’ê îlan kir û hewl da pêvajoyê ji yek navendê kontrol bike. Di ser erdhejê re mehek derbas bû û tê dîtin ku hewcedariyên herî bingehîn jî nehatine bicihanîn. Di rojên ewil de pêdiviyên herî bingehîn nan, av, madeyên xwarinê yên bingehîn û çadir bûn. Mirovên ku di bin xirbeyan de li benda dayik, bav, zarok û birayê xwe bûn hebûn. Di vî warî de me behsa pirsgirêka stargehê kir. Hîjyen mijarek girîng e. Dema em li pêvajoya heyî dinêrin, hin nexweşiyên ku digihîjin şewbê derdikevin holê. Em ji bo pêdiviyên jiyanî yên jinan bi cih bînin, ji gelek bajaran wesayît rakirin. Li jinên mexdûrên erdhejê kelûmelên hîjyenê hatin belavkirin. Armanca me ya sereke ew bû ku dema em alîkariyên xwe dikin jinan bibînin, destên xwe bidin êşa wan û bi wan re têkilî daynin. Di vê wateyê de me bi hezaran hevalên xwe yên jin re li qadên erdhejê xebat meşand.”

‘Divê rêgaza rêveberîna ji cihê xwe bê pêşxistin’

Gulşen Sîncar, diyar kir ku xebatên li herêmên erdhejê dê demeke dirêj bidomînin û bal kişand ku divê hin bajar ji nû ve bên avakirin. Gulşen Sîncar, anî ziman ku li ser Mereş, Hatay û Semsûrê fikarên cidî hene û wiha got: “Ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên ku dibe sedema guhertina pêkhateya demografîk, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li şûna ku em daxwazan bigihînin cihekî, divê em vê yekê bikin sedema têkoşîna xwe û bi hemû mekanîzmayên rêxistinî yên li Tirkiyeyê re çawa dikarin van pirsgirêkan çareser bikin tevbigerin. Mînak; Li Amedê 84 sazî hatin cem hev û Platforma Parastina Bajêr ava kirin. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, li gel hemû pêkhateyên xwe yên li ser polîtîkaya rêya sêyemîn, li dijî polîtîkayên neyînî yên ji aliyê pergal ve tên pêşxistin, pêwîstiya birêxistinkirina pergala xweseriya demokratîk a herêmî derdikeve holê. Lêkolînên li ser vê yekê divê bi her awayî zêdetir bên pêşxistin û xurtkirin. Xebatên me yên di vê xalê de dê bi hêztir û berfirehtir berdewam bikin.”

'Piştî 8'ê Adarê jî xebatên me dê berdewam bike’

Gulşen Sîncar, diyar kir ku piştî 8'ê Adarê jî dê li herêmên erdhejê xebatên xwe bidomînin û herî wiha got: "Polîtîkayên me yên taybet ên li qadê yên weke çêkirina konên binefşî, konên jinan, konteynerên jinan avabikin û dîsa li ser navê hevgirtinê birêxistinkirina malên cil û bergan ji her demê bi hêztir pêş bikeve. Bi taybetî li navenda bajêr û li her navçeya ku karesata erdhejê lê çêbûye em ê mekanîzmayên xwe yên rêxistinî xurt bikin. Bi rastî jî pêçandina birînên kareset û hilweşînê dê demeke dirêj bidome. Erdhej bandoreke mezin li Sûriyê jî kir. Dema ku em li dijî van hilweşiyan jiyanek nû ava dikin, belkî em di wê xalê de ne ku divê em herî xurt dest pê bikin. Îdiaya, biryarbûn û têkoşîna avakirina jiyana nû ya ku me di nava vê hilweşînê de soz da, roj bi roj zêde bikin û rêya xwe bidomînin.

'Divê em êş û hêrsa xwe veguherînin berxwedanê'

Divê em dev ji têkoşînê bernedin. Divê em bi taybetî li dijî tahrîbata ku pergal ji bo xweza, civak, jiyan, ekolojî, aborî ango ji bo hemû qadên jiyanê pêşxistiye sedsala 21’emîn bikin sedsala jinê. Dibe ku dirûşmeya "Hevgirtina jinan dide jiyîn” dirûşma herî bingehîn ya vê salê ye. Sala 2023’an salek bû ku bi karesetan dest pê kir. Divê îsal em destkeftiyên têkoşîna xwe mezin bikin, hêrs û êşên xwe veguherînin berxwedanê. Divê em sibeyên bihêztir ava bikin. Di vê xalê de em jî bi dirûşima “Hevgirtina jinan dide jiyîn” rêxistinbûna xwe xurt bikin û vîna xwe nîşan bidin. Dê bibe salek ku em ê li her qadên jiyanê bi çalakiyên xwe îdiaya xwe ya jiyanê deynin holê.”