Li Îranê zexta darazê yê li hemberî jinan didome

Li Îranê polîsan li ser mala çalakvan Alia Mottalabzadeh de girtin û antrenûra Gureşê Masoumeh Silêmanî ya ku hatiye girtin nayê zanîn ku birin e kuderê.

Navenda Nûçeyan- Hêzê ewlehiya Îranê, li ser mala wênegir û çalakvana mafê jinan Alia Mottalibzadeh de girtin. Di serdegirtinê de dest hat danîna li ser amurên elektronîk û telofana wê û derbarê sûcên li ser Alia Mottalibzadeh zanyarî nehatiye bi dest xistin.

Ji bo îfadeyê xwest ku biçe Edliya Evînê

Keça  Alia Muttalibzadeh Gazal Abdullah der barê serdegirtinê de wiha got: “Ez û dayîka xwe em li mal tenê bûn, hêzên ewlehiyê hatin deriyê me şikandin. Li malê di navbera polîs û dayika min de şer derket, telefon û hemû amurên elektronîk girtin. Ji dayîka min re gotin divê di nava 5 rojan de ji bo îfadeyê biçe Edliya Evînê.”

Alia Mottalibzadeh ji ber bejdarî xebatên ‘kampanaya yek milyon imza’ û ‘kampanya piştgiriya qurbaniyên êrîşa Kimyasalê’ bûbû, di sala 2016’an de hatibûn girtin û piştre hatibû berdan.

Nayê zanîn ku şampiyona Gureşê birine kuderê

Şampiyona Gureşê ya Îranê û hakima fermî ya maça welat Masoumeh Silêmanî hat girtin, nayê zanîn ku birine kuderê û bi çi tê sucbarkirin tu zanyarî nehat bi dest xistin.