Li Rojhilat û Îranê serhildanên gel didomin
Serhildanên gelên Îranê ku 66 roj in didomin, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav dibin. Tevî zêdebûna tundî û zordariyê jî her diçe hejmara kesên beşdarî çalakiyan dibin zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan - Xwendekarên piraniya zanîngehên Îranê, di hefteya nehemîn a şoreşa ku bi dirûşma Jin jiyan azadî pêk hat de, bi kombûn û grevên protestoyî, serhildana gel bi bîr anîn.
Li bajarên Sine, Seqez, Xoy, Malkan, Murmurî, Nelas, Pîranşehir, Şino, Bûkan, Takab, Merîwan, Kamyaran, Pawe, Tebrîz, Zahedan, Îranşehrê xwepêşandanên, bi girtina dikan û riyan û şewitandina dezgehên dewletê pêk hatin.
Li bajarê Dêhgolanê jî hêzên ewlehiyê êrîşî gundê Qerûşiya kirin û di encamê de 8 kesên ji xelkê vî gundî birîndar bûn, herî kêm 25 kes jî hatin girtin. Li bajarê Bûkanê hevdem ligel gireva giştî, xwepêşander daketin kolanan û bi vêxistina agir û girtina cade û riyan dest bi xwepêşandanan kirin.
Hêzên taybet êrîşê zanîngehê kirin
Xwendekarên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tebrîzê li dijî fermanên nehiqûqî yên Komîteya Disîplînê û girtina xwendekaran nerazîbûn nîşan dan. Xwendekarên Zanîngeha Şehîd Beheştî nerazîbûn nîşanî girtina Fatima Ensarî dan. Xwendekar û malbatên xwendekarên girtî yên zanîngeha El-Razî ya Kirmaşanê dest bi xwepêşandaneke girseyî kirin û li dijî desthilatdaran dirûşm berz kirin. Li Zanîngeha Şîrazê xwendekaran êrîşên li ser zanîngehê ji aliyê hêzên taybet ve protesto kirin.
Xwendekarên zanîngehên Urmiye, Mazenderan, Alam, Sinat, Noşîranî, Şehîd Beheştî û Tehranê beşdarî dersê nebûn û daxwaza azadkirina hemû girtiyan û rakirina sînor û qedexeyên xwendinê ji bo xwendekarên ku ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandanan de hatine girtin, kirin.
Çend jinên di warê hunerî de dixebitin piştevaniya xwe ji serhildana gelêrî ya li Îranê re ragihandin.