'Divê Mûsa Sevîm di demek nêz de were girtin'
Mûsa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kir û reviya hê jî nehatiye girtin. Derket holê ku niha jî bi peyamên telefonê li xizm û hevalên Meryem Sevîm gefan dixwe.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li navçeya Kayapinara Amedê di şeva 12’ê Mijdarê de Mûsa Sevîm li kafeyek bi çekê Meryem Sevîm qetil kir û ji wê rojê ve nehatiye girtin. Di lêpirsîna bûyerê de biryara nepenîtiyê hatiye dayîn, malbat û hevalên Meryemê peyamên gefên Mûsa Sevîm ji dozgeriyê ve vegotin. Têkildarî bûyerê du kesên gumanbar hatin girtin lê kiryar ji ber ku nehatiye girtin gefên xwe didomîne û hevalên Meryemê jî diyar kirin ku jiyana wan di xeterê de ye.
Li gorî agagiyên xizmên Meryemê Mûsa Sevîm ji hevalên Meryemê yên ku wêneyên wê parve kirine û peyamên piştgiriyê dane re peyaman şandiye û gefa kuıştinê li wan xwariye. Her wiha diyar kirin ku ji aliyê xizm û birayên Mûsa Sevîm ve jî peyamên bi deng ên gefa kuştinê ji wan hatine şandin.
'Bi rojan e kujerê hevala me nayê girtin'
Têkildarî bûyerê hevala Meryemê Yagmur Aslan a ku em pê re axivîn diyar kir ku hevalên wê yên ku peyamên bi gef girtine nikarin derkevin derve û bal kişand ku tevî çend roj derbas bûne jî hê kujer nehatiye girtin. Yagmur Aslan wiha got: “Niha kujerê hevala me li derve ye. Meryem bê sûc ji aliyê wî hovê vê hat qetilkirin. Xuya ye ku li vî welatî edalet tune ye, tu tiştek baş çênabe. Gotina ‘cînayeta jinan’ pir hêsan bûye, gef li jinan tê xwarin û tên kuştin. Beriya niha jî me bertek nîşanî kuştina jinan dida lê dema ku mirov bi xwe dijî zêdetir hîs dike.”
'Beriya ku dereng be divê were girtin'
Alîkara ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr jî têkildarî bûyerê got: “Ji bo gefên ku dixwe, hevalên me bi dozger re hevdîtinên xwe didomînin. Divê beriya ku dereng bibe were girtin, ji bo ku kesek din neyê kuşti. Em bi salan e dibêjin ku ji bo pêşî li kuştinê were girtin divê tedbîr werin girtin. Ev bûyer jî wisa ye ji ber wê divê beriya ku zirarê bide kesek din, kiryar di nêz de were girtin.”
Biryara nepenîtiyê hê didome
Rayedarên Navenda Mafên Jinan a Buroya Amedê ku me têkildarî lêpirsînê agahî ji wan girt jî dan zanîn ku biryara nepenîtiyê hê didome û ew ê roja duşemê careke din serî li dozgeriyê bidin.