Bihar Munzir: Divê jin xwe bi rêxistin bikin
Çalakvan Bihar Munzir destnîşan kir ku li herêma Kurdistanê heta niha jinan şoreşek berfireh li dijî mêrsalariyê nekirine û got ku divê jinên li herêma Kurdistanê li dijî tundî û feraseta mêrsalariyê xwe birêxistin bikin.

Silêmanî- Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tudîtûjiya jinan çalakiyan li hemû deverên cîhanê dest pê kirine. Li herêma Kurdistanê jî çalakiyên rêxistinên jinan li dijî tundîtûjiya li ser jinan ku her roja diçe li Başûrê Kurdistanê, kuştin û qetilkirina jinan zêde dibe dest pê kirin.
Çalakvan û rêvebera rêxistina Xelk ji bo geşepêdanê Bihar Munzir der barê têkoşîna li dijî tundîtûjiya aqilê mêrsalarî de ku her dem jinan kêm dibîne de li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsî û got: “Hemû cureyên çalakî, hewldan û westandinên dijwar me derbas kirin. Lê belê ya herî girîng ew e ku şoreşa li dijî mêrsalarî û kevneperestiyê bi awayek berbiçav û berfireh me nekiriye. Şoreşa li dijî mêrsalariyê bi hev re bi jin û mêran li hemberî mêran û jinên mêrsalar û fikrên mêrsalarî ku di nava zanîngeh, dibistan, mal, mizgeft, partî û kolanan de tê meşandin em xwe birêxistin bikin û li dijî wê derbikevin. Em li vê derê divê li gel tevegerên li dijî mêrasalariyê serî hildin. Ger jinên herêmê li ser hemû van kiryarên li dijî jinan hişyar bin û xwe bi rêxistin bikin, dikarin li hemberî mêrsalariyê derbikevin.”