Li Îranê qedexeya stranan protesto kir: Li mizgeftê strî

Li Îranê jinek ‘qedexeya’ stran gotina jinan li Îsfahanê mizgefteke bi stran gotinê protesto kir.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku piştî jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ya ku di Îlona sala borî de ji aliyê “polîsên exlaq” ve bi hinceta ku porê wê hatiye dîtin, dest pê kir û veguherî xwepêşandanên li dijî rejîmê, berdewam dike.

Qedexekirina stranan protesto kir

Bi taybetî li dijî rejîma ku giraniyê dide polîtîkayên çewisandin û tirsandinê bi hedefgirtina jinan, berxwedana jinan li dijî gelek zagonan di nav de hicaba frezkiri jî heye didome. Yek ji wan qedexeyan jî stran gotina jinan e.

Li Îsfahanê jinekê li yek ji mizgeftên dîrokî bi stranan nerazîbûn nîşan da. Wêneyên protestoyê li ser medyaya dîjîtal Twitterê hatin parvekirin. Di dîmenan de tevî ku hêzê ewlekariyê hewl dide wê rawestîne jin stranan didomîne.