Li Îranê ji bo kesên ku kevirê gorê amade dikin jî tehemûla wan nîn e!

Muhammed Hasan Torkman, hostayê kevir û çiraxê wan, bi hinceta ku kevirê gora Seyyed Mohammad Hosseini yê ji aliyê hikumeta Îranê ve hatibû darvekirin amade kirine, hatin binçavkirin û girtin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku piştî Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên ‘exlaqê’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin dest pê kiribûn, didome; der barê kesên ku ji ber xwepêşandanan tê girtin de jî cezayê darvekirinê tên dayîn. Kesên ku kevirê gora Seyed Mohammad Hosseinî ku yek ji ciwanên hat darvekirin amadekirin jî hatin binçavkirin û girtin.

Muhammed Hesen Torkman, hostayek kevir û çiraxê wan bi hinceta amadekirina kevirê gora Seyyed Mohammad Hosseinî ku di hefteya ewil a Çileyê de hat darvekirin, hatin binçavkirin û girtin. Girtina wan jî dayika Muhammed Hesen Torkman, Kamelia Sajjadian ragihand. Kamelia Sajjadian a bi parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal bûyer bi raya giştî re parve kir, nivîsan du hosteya kevîr û çiraxê wan kefaletek mîqdarek bilind hatine berdan, lê kurê wê hêj nehatiye berdan.

'Li gorî kîjan qanûnan sûc e?'

Kamelia Sajjadian wiha got: “ Danîna kevirê gor ji kengê û li gorî kîjan qanûnan bû sûc? Em dixwazin zilm bi dawî bibe. Bila pêkanîn dijmirovahî bi dawî bibin û kesên mirî di gorên xwe de bi aramî birazên.”