Fîlmên girêdayî dewleta Îranê ji Berlînale hatin derxistin
Festîvala Fîlman a Berlînê ku bi milyonan şopînerên wê hene û wê di 16’ê Sibatê de dest pê bike, fîlmên girêdayî Îranê ji lîsteya xwe derxist. Berlînalê diyar kir ku ew piştgiriyê didin xwepêşanderên Îranê, zextên li ser sînemagerên Îranê jî şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Ji bo protestokirina nêzîkatiya dewleta Îranê ya di serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kiribû, ji gelek welat û deverên cîhanê bertek hatibû. 73. Festîvala Fîlman a Berlînê ku dê di 16’ê Sibatê de bi nîşandana fîlmê 'She Came to Me’ dest pê bike, ragihand ku wan fîlmên girêdayî dewleta Îranê ji lîsteya xwe derxistine.
Festîvalê her wiha diyar kir ku wan ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê rê li beşdarbûna şîrket, fîlm û saziyên medyayê yên ku Rûsya piştgirî didin wan, girtine. Hate hînbûn ku ji beşdariya şîrketên serbixwe yên hilberîna fîlman, medya û rojnamevanên Îran û Rûsyayê li hemû xebatên ku ji aliyê dewletê ve tên fînansekirin, hatiye astengkirin.
Berlînale ragihand ku ew piştgiriya xwepêşanderên Îranê dikin û zilma li ser sînemagerên Îranê şermezar dikin.