‘Kongra Star berê jinan da riya azadiyê’

Jinên Ereb, Çerkez û Kurdên Êzidî yên di bin sîwana Kongra Star de xwe birêxistin dikin gotin ku tiştên pergalan nikaribûn bikin Kongra Star di şoreşa jinan de kir û berê jinan da riya azadiyê.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Ruxmî hemû zor û zehmetiyan û êrîşên dijwar hezar jinên ku di bin sîwana Kongra Star de xwe birêxistin kiribûn hatin cem hev û bi dirûşma "Bi rihê têkoşîna şoreşa jinan em ê serhildana Jin Jiyan Azadî ser bixin" di 15’ê Çileyê de Kongreya 9'emîn a Kongra Star li dar xistin. Jin ji Lubnan û Şamê jî beşdar bûn her wiha jinên Başûr û Ewropayê yên ku xwestin beşdarî kongreyê bibin ji ber rewşên cuda nikaribûn derbasî Rojava bibin. Têkildarî pêşketin û guhertinên ku piştî damezrandina Kongra Star di rewşa jinan û mejiyê civakê de çêbûne, jinên Ereb, Çerkez û Kurdên Êzidî nêrînên xwe anîn ziman.

‘Kongreya 9'emîn ji bo jinên Ereb rojeke dîrokî ye’

Rêvebera Mala Jin a navçeya Til Temirê Meryem Mihemed kongreya 9'emîn li jinên ku di riya azadiyê de, ji bo tevahî jinên cîhanê xwe kirine mertal û canê xwe feda dikin pîroz kir û wiha domand: "Em di pêvajoyeke pir çarenûsî re derbas dibin, lidarxistina kongreyek bi vî rengî ji vê pêvajoyê re bersiva herî rast e. Li gel êrîşên bejahî û hewayî lidarxistina kongreya Kongra Star, serkeftineke dîrokî ye, ji ber ku bi hejmarek zêde kombûna jinan ne tiştekî hêsan e. Êrîş hene lê meşa me ya ber bi azadiyê û têkoşîna li dijî dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê ve jî berdewam dike. Wekî jinên Ereb ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye em her dem pê serbilind in."

‘Kongra Star pirsgirêkan çareser kir û jinên Ereb ji zilma salan xilas kir’

Meryem Mihemed bal kişand ser rola Kongra Star di çareserkirina pirsgirêkên civakê de û wiha domand: "Bêguman di çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê de ku bi salan e bûbûn girêk û nedihatin çareserkirin, Kongra Star roleke mezin lîst û dikaribû li gorî barê jinan û civakê tevbigere. Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ku bandorê dikir zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî bû. Ji bo ku pêşî li vê yekê were girtin zagon û biryar derketin, ji aliyekî din ve jî civak bi riya dayina perwerdeyan dihat şiyarkirin û zanekirin. Bi taybetî wekî jinên Ereb, ev ji civaka me re pir baş bû. Kongra Star pirsgirêkên bi girêk çareser kirin û hişmendiya heyî guhert û diguherîne. Heta bi hezaran jinên Ereb di Kongra Star de cih girtin, ji ber wê wekî nasnameya xwe dibînin. Em ê li gorî wî barî hereket bikin û teqez rojek em ê Rêber Abdullah Ocalan di navbera xwe de bibînin."

‘Yekitiya jinan misogeriya jiyana azad û wekhev e’

Endama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Nalîn Reşo jî wiha got: "Ji ber ku hemû jin yek in, êş û kêfxweşiyên wan jî dibin yek divê ku kelecan û coşa lidarxistina vî kongreyê ji bo xwe wekî serkeftinê bibînin. Bêguman bi jinên zana welat ava dibin. Çawa kulîlk jiyanê dixemilînin, jin jî wiha ne bê jinan jiyan nabe. Hêviyên me hene ku biryarên ji kongreyê derkevin bi serkeftî werin pêkanîn. Kongra Star dikaribû jinên Kurd, Ereb, Aşûr-Suryan, Êzidî û hemû pêkhateyên din bigihîjîne hev û yekitiyeke wan çêbike. Kongra Star wekî pirek e, jinan ji dehan welatan digihîjîne hev. Em bi hêvî ne ku biryarên derkevin ji hemû jinên cîhanê re bibin hêzeke serkeftinê û ji hemû êş û birînên wan re bibin derman. Yekitiya jinan misogeriya jiyana azad û wekhev e."

‘Kongra Star bû dengê hemû jinan’

Nûra Nezîr a ji pêkhateyên Çerkez û endama Mala Jinan a Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê, kongreyê Kongra Star pîroz kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kongre gelek pêkhate û mezheban di nava xwe de vedihewîne û serkeftina herî bi wate û mezin jî ev e. Kongreya 9'emîn a Kongra Star mozayîkeke bedew e ku bedewiya wê li hemberî hemû jinên cîhanê radixe ber çavan. Rêxistina Kongra Star derfet da jinan ku xwe biguherînin, xwe nas bikin û piştgirî da ku li hemberî hemû zoriyan, hişmendî û pergalê, li ber xwe bidin û gotina xwe bibêjin. Serkfetinên heyî para me hemû jinan e, em jî xwe di nav de dibînin. Em bi dirûşma  "Jin Jiyan Azadî" ji hemû jinên cîhanê re dibêjin em bi hêz in."