Li Îranê ji bo du çalakvanên jin cezayê girtîgehê
Li Îranê hinek girtiyên siyasî tên berdan, cezayê girtîgehê dan dû çalakvanên siyasî yên bi navê Fatemeh Sepehri û Najjar Daoudi.
Navenda Nûçeyan- Li Îranê bi destê dozgeriyê zextên li beramberî jinan berdewam dike. Dadgeha Devrîm ya Tahranê ku cezayê 18 salan yê girtîgehê dan Fatemeh Sepehri ya çalakvana siyasî û dadgeha Temyiz ya Îlamê jî cezayê dû salan yê girtîgehê ya çalakvana siyasî Najjar Daoudi hat erêkirin.
Asghar Sepehri xûşka Fatemeh Sepehri ku di bin belavoka çardeyan de imza avêtiye, dûh li ser hesaba xwe ya Twitterê der barê cezayê ku dane xwûşka wê de wiha got: “Xwûşka min Fatemeh Sepehri ji aliyê şûbeya dadgeha Devrîm ya Tahranê 18 sal cezayê girtîgehê lê birîne. 10 salên ceza bi ideaya propagandaya rejîmê kirine hatiye dayin, cezayê 5 salan bi ideaya bi welatên dijmin re hevkarî kiriye girtiye. Di heman demê de ji ber heqareta li beramberî Humeyni û Hamaney 2 sal ceza û bi ideaya li dijî ewlehiya welat kombûn û hevkariyên veşartî 1 sal cezay girtiye.”
Der barê istifaya Hamaney de 14 jinên çalakvan di bin belavokê de imza kirine Fatemeh Sepehri, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di 21’ê Îlona 2022’an de ji ber serdegirtina mala wê de hat binçavkirin û girtin. Fatemeh Sepehri şandin girtîgeha Vakilabad ya bajarê Meşhed.
Cezayê Najjar Daoudi hat erêkirin
Li ser serhildana Jin Jiyan Azadî re şeş meh derbaz bû. Di demên dawî de li rûxmê gelek girtiyên siyasê yên di serhildanê de hatin girtin hatin berdan, lê belê cezayê girtîgehê yê Najjar Daoudi hate erêkirin. Di çalakiyên dawî de xwendevanan nivisbarî ya 19 salî Najjar Daoudi ji aliyê dadgeha ceza ya Îlamê ve cezayê girtîgehê hat dayîn, şûbeya 6 ya dadgeha Îstinaf ya Îlamê 2 sal cezayê girtîgehê, 2 sal qedexeya derketina derve, ji ber di ofîsa alikariya civakî de kar kiriye 1 sal, 200 saet ji ber bejdarî kursa quranê bûye û 24 milyon cezayê pereyê hat erê kirin.