Li Îranê ji ber qirêjiya hewayê li hin parêzgehan dibistan hatin girtin

Hat ragihandin ku li parêzgehên Tehran, Îsfehan û Elborzê yên Îranê ji ber qirêjiya hewayê perwerdeya pêşdibistanê hat sekinandin û perwerdeya seretayî, navîn û amadeyî dê bi rêya înternetê bê dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê qirêjiya hewayê bandoreke neyînî li perwerdeyê dike. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê derbarê mijarê de cih da daxuyaniya Alîkarê Waliyê Tehranê Mîr Mihemed Garawî. Mîr Mihemed Xerewî diyar kir ku bi sedema zêdebûna qirêjiya hewayê ji bilî navçeya Firuzkuh a parêzgeha Tehranê hemû dibistan roja yekşemê bi awayekî li ser înternetê perwerde bidomînin.

Serlêdana plakaya yek û çîftî dê were sepandin

Li gorî biryara Komîteya Lezgîn a qirêjiya hewaya Tehranê, wesayîtên giran ên ku bi mazotê dixebitin bi şev nikarin derbasî navenda bajêr bibin û heta roja Çarşemê ji bo wesayîtên din ên motorê plaqeyên 1 û çîftî bên danîn. Îro wesayitên bi plaqeya ku bi hejmaran çîftî nikaribin bikevin trafîkê.

Li aliyê din li bajarên Elborzê ji bilî Taleganê, li 6 navçeyên parêzgeha Îsfehanê û li bajarên Felafarcan, Pîrbekran, Necefabad, Xumeynîşar, Şahînşar, Berhar, Mubareke, Zerrînşar, Fûladşehr, perwerdeya pêşdibistanê ji ber qirêjiya hewayê hat betalkirin. ji bo qirêjiya hewayê Perwerdehiya seretayî, navîn û amadeyî dê li ser online e berdewam bike.

Perwerde dê li zanîngehên Îsfehanê rû bi rû bidome.