Li Îranê ji ber cezayê ‘hîcaba bi zorê’ gelek kargeh hatin girtin

Li 4 bajarên Îranê 14 kargeh bi hinceta ku quralê ‘hîcaba bi zorê’ bi cih neanîne hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta ‘meseleyên îslamî rêznegirtin û bicihnanîna hîcaba bi zorê’ zextên xwe li ser kargehan berdevam dike. Duh li bajarê Tahran, Karaj, Kazwîn û Kişê gelek kargeh hatin morkirin.

Herî kêm 14 kargeh hatin girtin

Navê kargehên ku bi hinceta muşterî û xebatkarên jin ‘qurala hicaba bi zorî pêk neanîne’ wiha ne: li grava zivistanê xwaringeha White Heart, li Tahranê xwaringehên Anubai, Captain Lounge, Maya, Paradis, Calate Italian, Chilai, Zeus, Diamond, Lebridge, Kafe Khaneh Daulat, Pesto û Chekad Coffee House. Herwiha Serokê Dezgeha Dadweriya bajarê Karajê Feriborz Ebdul Malikî jî ragihand ku kargehek bi hinceta ne li gorî pîvanên îslamî ne hatiye girtin.

Li Tehranê jî xwediyên xwaringeha Labina û Jaggersaray Saman Tala ji ber heman sedeman hatin hişyarkirin.