Li Îranê gef li xwendekarên jin tê xwarin

Yekîneya Ewlekariya Zanîngehên Îranê, bi şêwirmendiya mecbûrî gef li xwendekarên ku li dij hîcabê ne dixwe.

Navenda Nûçeyan – Di serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir de, dewleta Îranê zextên xwe zêdetir kir. Li welatê ku bi taybetî jin hedef tên girtin, bi zext, tundî, binçavkirin, girtin û îşkenceyê hewl tê dayîn serhildan bê tepisandin. Li gorî nûçeyên li ser torên dîjîtal ên Îranê hatin weşandin, xwendekarên ku li hin zanîngehên Îranê li dijî ferzkirina hîcabê ne, bi girtina qursa 'şêwirmendiya mecbûrî' hatin tehdîtkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji bo hin xwendekarên Zanîngeha Surê ji bo ku beşdarî atolyeyên dîyaloga çandî yên mecbûrî bibin peyamek hatiye şandin. Yekîneya rêberiya zanîngehê jî bi xwendekaran re têkilî danî da ku beşdarî atolyeyên rêveberiya hest û hêrs bibin. Ev hewldana tirsandina xwendekaran ji aliyê xwendekaran ve hat şermezarkirin.

Bi şêwirmendiyê gef li wan xwarin

Li zanîngeha Şîrazê gelek xwendekarên ku bi hinceta “vedîtina perdeyê û nebûna cil û bergên xwendekaran” li dijî qanûna ferzkirina hîcabê derketin, gef li beşdarbûna hevpeyvîna derûnî ya mecbûrî hatin xwarin. Wekî din, Zanîngeha Sure beriya niha ji ber li derveyî zanigehê belavokên li dijî ferzkirina hîcabê belavkiribûn bi komîta dîsîplînê gef li xwendekaran xwaribû.