Li Îranê duh jî 26 xwendekarên jin jehrê ketin

Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin berdewam dike. Duh jî li dibistana amadeyî ya keçan a 26’an gelek xwendekar bi jehrê ketin.

Navenda Nûçeyan – Endamê komîsyona polîtîkayên ji derve û ewlehiya navneteweyî ya parlamentoya Îranê aşkera kir ku di van demên dawî de ji 900 zêdetir xwendekarên keç bi jehrê ketine. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh li beşa amadeyî 26 xwendekarên keç de jehrî bûne, tê zanîn ku hejmara xwendekarên ku jehrî bûne gelek zede ye.

900 xwendekar bi jehrê ketin

Hikumeta Îranê û polîs hûrguliyên hejmara xwendekaran aşkera nekirin endamê konseya Îslamê ya ewlehiya navneteweyî û komîsyona polîtîkayên ji derve Shahriar Heidarî got: “Heta niha di bajarên cuda de, nêzî 900 xwendekar bi jehrê ketine, ev îstatîstîk ji çavakaniyên pê bawer îro hatine girtin.”

Li gorî nûçeyên ku di ragihandinê de cih girtine duh li Tahran, Erdebil, Şahînşehir û Kirmanşahê herî kêm li 26 dibistanan êrîşên kîmyewî çêbûne.

Wezaret qebûl nake

Piştî ku nûçeya bûyerên jehrîbûnê yên dibistanan hatin weşandin, wezareta perwerdeyê der barê mijarê de tu daxuyanî neda û bûyerên bi jehrîketinê derewand. Wezîr diyar kir ku ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji atmosfera di navbera malbat û xwendekaran de digre.

Ji ber jehrîbûnê mîdeyê xwendekaran li hev ket, sergêjî, bêtaqetî û felca demkî û nefesgirtin bi wan re çêbû. Wezareta perwerdeyê berovajî vê rewşa heyî îdia dike ku tiştek wisa tune ye. Heman wezîr berê jî bi jehrîketina xwendekarên li Kûmê jî red kiribû.

‘Dixwazin destkeftiyên xwe careke din bi dest bixin’

Yekitiya Ferhangiyan der barê vê mijarê de daxuyanî da û got: “Dixwazin di navbera malbat û zarokan de tirsê ji ber serhildana Jin Jiyan Azadî ava bikin û destkeftiyên xwe careke din bi dest bixin. Divê ev êrîş bi awayekî bi hêz werin şermezarkirin û divê saziyên eleqeder van êrîşên terorîstane û bi qest îtiraf bikin û der barê vê mijarê de bi lêkolînan rastiyê derxin holê.”