‘Li Îranê berxwedana jinan bû sedema guhertinek radîkal'

Çalakvana mafên jinan a Ehwazê helbestvan Awatef Assdî bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelan a di serhildanên li Îranê de, diyar kir ku berxwedana jinan bû sedema guhertinek radîkal.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Di serhildanên bi pêşengiya jinan de di 16’ê Îlonê de li Îranê dest pê kir, gelên Îranê bi daxwazên hevpar, têkoşîna hevpar honandin. Yekitiya ku gelan di serhildanê de afirand, desthilatdariya dewleta Îranê hejand. Destpêkirina serhildanê ya bi dirûşma 'Jin jiyan Azadî' ku felsefeya azadiya jinên Kurd îfade dike û jinan li her derê biryarbûna xwe danîna holê, li Îranê dibe zemîna destkeftiyên şoreşgerî.

Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin li hemû parêzgeh û bajarên Îranê belav bûn. Yek ji van bajaran jî paytexta parêzgeha Xuzistanê Ehwaz e. Li bajarê ku piraniya nifûsa wê ji Ereban pêk tê, ji aliyê dewleta Îranê ve li dijî nifûsa Ereb polîtîkayên cudakariyê yên cidî tê meşandin. Ehwaziyên ku li dijî qedexe û zilmê li ber xwe didin, her çiqas tevli serhildanan nebin jî piştgirî didin.

Çalakvana mafên jinan a Ehwazê Helbestvan Awatef Asadî ku serhildanên li Îranê û rola jinan nirxand, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan.

'Sala 2022’yan sala jinan e'

Awatef Asadî bal kişand ser pêşengiya jinan a di serhildanê de û wiha got: "Sala 2022'an sala têkoşîna jinên ku bi dirûşma 'Jin jiyan Azadî' bi lehengî li ber xwe dan û xwe di vê dirûşmê de dîtin e. Jinan bi ciwanên şoreşger e mil bi mil şer kirin, hewl dan mafên xwe ji nû ve bigrin. Tevî qetilkirin, îşkence û êrîşan jî dev ji têkoşîna xwe bernedan. Li hemû cîhanê weke pêşengên şoreşê hatin naskirin. Jin hatin piştgirîkirin û derbasê dîrokê bûn.”

'Hikûmetek zarokan dikuje'

Awatef Asadî tiştên di serhildanê de hatin jiyîn bi bîr xist û wiha got: "Ev rêjîm rehmê nîşanî jin û zarokan nade û wek hikûmetek zarok dikuje hat bibîranîn. Di vê pêvajoya serhildana 4 mehan de jinan her dem li eniya herî pêş cih girtin, hicabên xwe avêtin nava agir û bi ciwanên din re li qadan bi biryardarî cih girtin.”

'Di mehên dawî de guhertinên radîkal çêbûn’

Awafet Asadî der barê rola jinan a li Ehwazê ya têkoşîna li dijî hikûmeta Îranê de, van tiştan dibêje: “Li herêma Ehwazê ku her dem jin li welatên Rojhilata Navîn rastî destdirêjî û çewisandinê hatiye, rewşa jinan a di çalakiyên siyasî, civakî û çandî de li civakê hin kêmtir derket pêş û jinên ne Îranî û bi taybetî jî jinên Ereb rastî cudakariyê hatin. Jinên Ereb li îranê ji serdestiya malbat û navendîparêziyê li ser Ehwaziyan û ji zextên civakî gelek kişandin. Ji perwerdeya bi zimanê xwe ya zikmakî bêpar hatin hiştin. Tevî van hemû êşan jî di van mehên dawî de guhertinek radîkal jiya. Jinan bi riya perwerdeya civakî û çandî bi nivîsandina gotaran li cihên cuda û heta tevli çalakiyên civakî hewl dan hebûna xwe îsbat bikin. Wek mînak di serhildana Nîsana 2005’an an jî serhildana Tshangan û El Ehwazê û hem jî serhildana sometemeniya 1998’an de, heman şervanên jin ên Ereb ji bilî ciwanên Ereb ên wêrek û xîret bi mêran re mil bi mil li dijî rejîma otorîter çalakî li dar xistin. Di roja zimanê zikmakî de li hev civiyan û dirûşmên “Zimanê zikmakî mafê me ye” berz kirin lê rejîm tehemulî van xwepêşandanan jî nekir, êrîşî wan kir, mîtîng belav kir û hejmarek zêde kes girt.

'Wekheviya jin û mêr hêmana sereke ya hilweşandina rejîmê ye'

Awaft Asadî bal kişand ser yekitiya di navbera gelan de, wiha axivî: " Di civakê de yekitî, bi taybetî di rewşa giştî ya welat de tişta herî girîng e û ger yekitî nebe serkeftin nebe. Rejîm pêvajoyek panoyek reklamê ya bihêz lê niha lawaz e û ber bi wêranbûne ve diçe. Ji bo rûxandina rejîmê yekitiya gelan pêwîst e. Dîrok serkeftina yekitiya gelan nîşan daye. Wekheviya jin û mêr yek ji hêmanên herî pêwîst e ji bo hilweşandina vê desthilatdariya lewaz bûye, bibe yek. Ev xwepêşandanên ku bi pêşengiya jinan xwe bi xwe avabûn, dengvedanek mezin kir.”

'Ez ji gelên Îranê re serkeftinê dixwazim'

Awatef Asadî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jin û ciwan ne tenê vê şoreşê dê bibin pêşengên şoreşa pêşerojê jî û dê pûtê lanetkirî yê rejîma mola hilweşînin, gulên sor bi rengê xwînê û gulên spî ku rengê aştî û aramiyê ne, biçînin. Ez bi dil û can ji gelên Îranê re serkeftinê dixwazim."