Li Îdliba dagirkirî alîkariya jinên hevberdayî tên astengkirin

çeteyên ya girêdayî dewleta Tirk HTŞ ku bi qetilkirina parêzvanên mafên jinan derket pêş, vê carê pêşî li alîkariyên jinên hevberdayî digire. Jin dixwazin heyeteke çavdêriyê ya navneteweyî bê avakirin.

HEDEEL El-OMAR

Idlib- Li bajarê Idlibê yê bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye, mîna bajarên din ên dagirkirî roj bi roj binpêkirinên mafan zêde dibin. Gelên ku ji gelek mafên bingehîn, bi taybetî ji tenduristiyê bêpar in, di nav şert û mercên pevçûnan de têkoşîna jiyanê didin. HTŞ'ê ku herî dawî bi qetilkirina parêzvanên mafên jinan derket pêş, vê carê pêşî li alîkariya jinên hevberdayî digire.

Jinên li Îdlibê ku ji cihên xwe  bûne û hevberdan, li dijî HTŞ'ê, ku bi polîtîkayên zayendperest jinan ceza dike û zextê li wan dike berpirsyartiyên saziyên navneteweyî  bi bîr tînin

Bi hinceta ku hevjînê hevberdayî alîkariyê distîne alîkarî jê re nayê dayîn

Sûad El-Zeyn ê 33 salî ku 3 sal in li kampa li sînorê bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê bi tena serê xwe dijî, diyar kir ku alîkariyên ku hatine wergirtin li gel nehatin belavkirin û hemû serlêdanên wê bê encam man. Suad Al-Zein bi tena serê xwe dijî, ji ber ku ew hevberdayî ye û tu endamekî wê yê malbatê nîne hewl dide bi alîkariyan li bajarê ku derfeta xebatê lê tune ye bijî. Suad El-Zîn got ku piştî hewildanên dirêj bersiva serlêdanên xwe yên alîkariyê wergirtiye û wiha got: ji min re bersiva"Hevjînê teê berê alîkariyê distîne.” Sûad El-Zeîn da zanîn ku ev kiryarên ku ji bo ‘’tirsandina’’ jinan tê kirin armanc dikin ku bitirsînin û ceza bikin.

'Ez naxwazim dest ji parêzvaniya zarokên xwe berdim'

Raniya El-Yûsif a 28 salî ya bêwar, ku li kampên bajarokê Akrabat li bakurê Idlibê dijî, yek ji wan jinan e ku ji ber hevberdayî ye, nikare alîkariyê werbigire. Raniye El-Yûsif, anî ziman ku piştî hevberdanê velayeta 3 zarokên xwe girtiye û hemû lêçûnên wan girtiye ser milê xwe û wiha domand: “Ez di zeviyên çandiniyê de dixebitim. Alîkarî hatin qutkirin. Malbata min nexwest ez velayetê zarokên xwe bigrim. Lê bi her awayî min ew girt. Em bi wan re dijîn. Ji ber ku min alîkarî negirt nikarim biçim cîhekî din. Jiyana me pir zehmet e. Di mijarê alîkarî de nîzîkatiyek pir bê wijdan û keyfî heye. Ez naxwazim ji ber zextên aborî dest ji velayetê zarokên xwe berdim.

'Divê komîteyeke çavdêriyê ya navneteweyî bê avakirin'

Lucain Al-Ahi a 27 salî karmendê rêxistineke alîkariyên mirovî ye got ku li gor lîkolînê ku ew pê hesiya ku piraniya jinên hevberdayî ji ber sedemên "deremantiqî" sûdê ji projeyên pêşveçûn û alîkariyê wernagirin. Lucain Al-Ahi bal kişand ser wê yekê ku HTŞ mudaxeleyî saziyên alîkariyê yên mirovî dike û şert û mercên xebatê yên ferz dikin zehmetir dikin. Her wiha anî ziman ku nehiştin ku gel bigihêje rêxistinan û dest danîne ser alîkariyê. Lucain Al-Ahi bal kişand ser pêwîstiya avakirina heyeteke çavdêriyê ya navneteweyî.