Endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê: Ji bo çareseriya siyasî em bang li jinan dikin

Endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê, ji bo têkoşîn û rêxistinbûnê bang li jinan kirin û gotin: “Em bang li jinan dikin ku ji bo çareseriya aştiyane biafirînin di bin banê Meclisa Jinan a Sûriyeyê de bixebitin.”

FÎDAN ABDULLAH

Heleb- Ji bo konferansa 2’yemîn a ku Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Helebê li dar xist, ji bajarên Sûriyeyê ji 200’î zêdetir delege beşdar bûn. Di konferansa ku bi dirûşma; “Li Sûriyeya ne navendî ya hevgirtî, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin aştiyê ava bikin” hat lidarxistin de, di bin sernavên cuda de nîqaş hatin kirin.

‘Armanc ew e ku dengê jinên li herêmên dagirkirî were bihîstin’

Cîhan Muhemmed a ku tevli konferansê bû, diyar kir ku divê jin di her warî de ji bo aştî û ewlehiyê pêk bînin hewl bidin û di nava piştgiriyê de bin û got: “Meclisa Jinên Sûriyeyê li dijî hêzên derve yên her dem li pey rûxandin û mêtinkariyê ne, têdikoşe. Armanca ve meclisê ew e ku dengê jinan, bi taybetî jinên li herêmên dagirkirî bide bihîstin.”

Bang li hemû jinan hat kirin

Nûnera bajarê Reqayê ya Meclisa Jinên Sûriyeyê, Suad Bardînî jî bal kişand ku ji bo jin bikaribin azad bibin û civaka demokratîk ava bikin divê li hemû derên Sûriyeyê bibin yek û wiha domand: “Em bi her kesê re di nava hewldanan de ne. Ji bo li herêmê em ewlehî û aştiyê têkûz bikin, em hewl didin bigihîjin jinan. Em bang li jinan dikin ku ji bo aştiyê û çareseriya siyasî, jin di bin banê Meclisa Jinên Sûriyeyê de bixebitin.”

‘Armanca me ew ku jin ji zihniyeta mezhebperestiyê dûr bin û yekitiya xwe ava bikin’

Ji bajarê Qamişloyê parazvana mafên mirovan Ruqaya Al-Ahmed jî bal kişand ku jin rastî gelek binpêkirin û zulmê tên û got ku ji bo di vî warî de şiyar û zana bibin, peywira wan ew e van binpêkirinên mafan eşkere bikin û ji raya giştî re ragihînin.

Nûnera Meclisa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Minbicê Meryem El-Hayanî jî bal kişand ku yek ji armancên esasî yên Meclisa Jinên Sûriyeyê ew e ku jinên Sûriyeyî ji zihniyeta mezhebperest dûr bin û yekitiya xwe çêbikin.