‘Hevbeşbûna xebatên komîn meclis û şaredariyan pêkanîna demokrasiyê ye’

Hevseroka meclisa xwecihî ya Kobanê Meqbûle Bekî behsa zagona şaredariyan ku di nav de rola komînan digre dest kir û got: “Hevbeşbûna xebatên komîn meclis û şaredariyan pêkanîna demokrasiyê ye.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 7’ê Nîsanê de û di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên xwecihî yên şaredariyan de, zagona şaredarî û yekitiya şaredariyên demokratîk pejirand û erê kir.

Li gorî naverokê, zagon ji 62 made, 4 beş û 16 werzên der barê zagonên şaredariyê û yekitiya şaredariyan, diyarkirina aliyê hiqûqî, erk û rola wê her wiha zelalkirina rê û rêbazên xebatên wan ên ku divê li gorî hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be, pergala diravî, têkiliya şaredarî bi komîn û meclisên xwecihî re.

Têkiliya di navbera komîn, meclis û şaredariyan

Di benda 10’an a zagonê de madeyên 40 heta 45’an têkiliya komînan û meclisên xwecihî yên bi şaredariyê re diyar dike. Li gorî madeyan şaredarî neçar e ku biryarên meclisa xwecihî ya der barê rewşên şewb, ewlehî û afetan de pêk bîne. Biryarên der barê raya giştî de yên girêdayî bajar û bajarokan di civînên hevbeş de tên girtin. Divê ku şaredarî di biryargirtina der barê xebatên xizmetguzarî de, xwe bispêre erêkirina komînan. Her wiha di warê paqijî û avê de, koordîneyeke hevbeş di navbera komîteyên ximzetguzarî yên komînan û şaredariyan de hebe û tevahî xebatên şaredariyan ji aliyê komîn, meclisên xwecihî û meclisên şaredariyan ve tên şopandin.

Têkildarî zagona ku hatiye erêkirin û eşkerekirin, girîngî û wateya komînan di pêkanîna pergala neteweya demokratîk de hevseroka meclîsa xwecihî ya bajarê Kobanê Meqbûle Bekî axivî.

‘Komîn rê û rêbazên avakirina civakeke demokratîk in’

Meqbûle Bekî di destpêka axaftina xwe de wiha pênaseya komînan kir: “Ev demeke dirêj e ku amadekarî ji bo hilbijartinên hevseroktiya şaredariyan û yekitiya wê tên kirin. Bêguman ev hilbijartin yekser bi gel re têkildar e ku tê zanîn wê namzed ji aliyê civakê ve werin hilbijartin lewre bi rengekî xwezayî vîn û rola komînan derdikeve pêş. Komîn tovê bingehîn ê civakê ne ku weke saziyeke civakî rasterast bi gilî, gazinc, daxwaz û pêdiviyên gel re mijûl dibin. Ev yek jî bi riya berpirsyarên komînê, bi meclis û rêveberiyên kantonan re tê parvekirin û êdî çareserî tê pêşkêşkirin. Ger komîn nebin, ez bawer im dê tevliheviyeke mezin û kêmasiyên cidî di pergala me de xwe bidin der lewre em dikarin bibêjin komîn di heman demê de rê û rêbazên pêkanîna pergala neteweya demokratîk e. Rêber Apo jî dibêje; ‘ger ez ne di girtîgehê de bûma min ê li gundê xwe komîn birêxistin bikira û bi gelê xwe re jî xizmeta civakê bikira.’ Di van gotinan de em dikarin girîngî û wateya komînan baş têbigihîjin ku komîn çavkaniya rêxistinkirina civakê ya di her warî de ye.”

‘Zagona şaredariyan misogeriya pêkanîna pergaleke komînal e’

Meqbûle Bekî di domandina nirxandinên xwe de wiha behsa zagona şaredarî û yekitiya şaredariyan kir: “Şaredarî saziyên girîng in ji bo civakê lê ger bi komîn û meclisên xwecihî re nebin yek dê şaredarî wateya xwe winda bikin. Komîn nûnertiya gel dikin, ev gel jî di diyarkirina namzedên xwe de azad in. Ji bo vê jî di bingeha vê mijarê de xebatên şaredariyê wê xwe bispêrin komîn û meclisan ku ev yek di qanûna nû ya şaredarî û yekitiya şaredariyan de hatiye xuyakirin. Bêguman taybetmendiyên şaredariyê dê hebin lê di heman demê de di pêkanîna projeyên girêdayî tax û gundan de divê serî li komînan bidin û nêrîna wan bingeh bigrin. Ji ber ku yên dizanin pêwistiya taxê bi çi heye û divê çi were pêkanîn, komîn in. Her wiha komîn dikarin pêdiviyên taxê bi şaredariyan re parve bikin û bi rengekî hevbeş ev xebat pêk were. Di vê wateyê de wê di pêşerojê de di her warî de komîn bingeh werin girtin ku emê bi vê rêbazê bikaribin pergala xwe bi rengê wê yê herî serkeftî nîşan bidin.”

‘Em berhem û destkeftiyên berxwedana 12 hezar lehengan dijîn’

Meqbûle Bekî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Beriya niha komxebateke eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin ku di nav de pêkhateyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn, amade bûn. Di vê komxebatê de kombûn û yekitiya gelan ku hemû hêzên serdest hewl didin ji holê rakin derketin pêş. Niha em ji aliyekî ve amadekariyên hilbijartinan dikin her wiha parastina ji çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk pêk tê, xebatên siyasî û civakî jî berdewam dikin. Ev hemû jî berhemên şoreşa ku xwe bi bîrdoziya Rêber Apo pêçandiye ne û encama berxwedana 12 hezar lehengên ku canê xwe ji bo van destkeftiyan feda kirine ye.”