Lalla Moulatî: Projeya jinên Mexribî yên di dîrokî de şopa xwe hiştine

Hunermenda Mexribî Samia Ahmed bi projeya “Lalla Moulatî” jinên Mexribî yên ku di dîrokê de şopa xwe hiştine bi stranan vedibêje. Di projeyê de serpêhatiyên Zeyneb El-Nafzawiya,Thuraya El-Şawî û jinên din ên pêşeng bi muzîkê zindî dike.

RECAA XERAT

Mexrib – Hunermenda Mexribî Samiya Ehmed, bi doza mafên jinan û dozên mirovî yên edaletê ve girêdayî ye. Samiya Ehmed, li ser jinên ku şopa xwe di dîroka Mexribê de hiştine stranan dibêje û mîrata rasteqîn a Mexribê dipareze. Samiya Ehmed a li bajerê Asefî ji dayik bûye, dengê xwe xistiye xizmeta doza jinên ku mohra xwe li dîrokê dane. Yek ji van jinan jî Zeyneb El Nefzawiye û Threya El Şawî ya yekem pîlota jin a Mexribî bû hat qetilkirin.

‘Huner peyamek mezin e’

Samiya Ehmed, bawer dike ku huner ji dozên mirovî û bi taybetî jî pirsgirêkên jinan ne dûr e, bi riya projeyeke hunerî ya bi navê "Lalla Mewlatî" ji bo jinan stran got. Samiya Ehmed, da zanîn ku di hunerê de peyamek bihêz heye û wiha axivî: “Huner, riya axaftin, ragihandin û fikirîna li ser bûyerên ku li dora me diqewimin û hestên mirovî yên ku di dilê me de diherikin e. Lewma divê hunermend xwedî helwestek bin.”

Samiya Ehmed, da zanîn ku gelek hunermend ji bo qezencê yan navdariyê stranan dibêjin û got: “Hilbijartinên min ên hunerî li ser bingeha baweriya dozê ne. Hunera dilsoz, dikeve dilê gelek kesan. Dibe ku ez di sehneyên mezin de stranan nebêjim û negihîjim temaşevanên zêde lê bawer dikim stranên ku ez pêşkêş dikim di hiş û dilê hinek kesan de dimînin.”

‘Projeya Lalla Mewlatî ji bo rêzgirtina kesayeta jinên pêşeng e’

Samiya Ehmed, diyar kir ku projeya 'Lalla Mewlatî' yek ji wan projeyan e ku di sala 2023’an de li ser xebitî ye û axaftina wiha domand: “Me du stran li ser du kesayetiyên cuda amade kir. Ya yekem Zeyneb El Nefzawiya jineke xwedî aqil û têgihîştineke kûr ku li kêleka hevjînê xwe şaristaniyek mezin ava kir. Ya duyem jî Thureya El Şawî ya sembola wêrekî û lehengiyê ye, mîna yekem pîlota jin a Mexribî tê hesibandin. Her wiha me bi riya muzîkê rêz li keda jinên din jî girt û pesnê wan da. Di nav van jinan de El Şeabiye Telal, Melîka El Fasî û Asiya El Wedî jî hebûn. Van jinan di qadên cuda de serkeftinên mezin bi dest xistine. Dema ez li kêleka komê, stranan li ser jinan dibêjim hêza wan hîs dikim.”

‘Stranbêjî erkeke neteweyî û mirovî ye’

Samiya Ehmed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gotina stranan li ser jinên pêşeng ne tenê karekî hunerî ye, erkeke neteweyî û mirovî ye û berpirsiyariyek mezin e ku divê hunermend bi cih bînin.”