Xewn: Qada azadbûyîna ji sînoran
Nivîskarên jin ên ku tevlî Hevdîtina Romana Tûnisê ya Ereb bûn ku bal kişandin ku xewn û xeyal awayekî azadiyê ye û ji bo famkirina bûyerên ku nivîskar vebêje, weke kilît a famkirinê ye.
NEZÎHE BO SEÎDÎ
Tûnis – Di 3’yemîn Hevdîtina Romana Ereb a Tûnisê de mijara “xewnê” weke navend hat dîtin; ev yek ne tenê weke teknîka vegotinê; weke wateya asoyê ku derfet dide romana Ereb bi kûrahî were xwendin hat dîtin.
Li Mala Pirtûkan a Neteweyî a li paytexta Tûnisê, roja 11’ê Kanûnê bi dirûşma “Di romana Ereb de xewn” 3’yemîn Hevdîtina Romana Ereb a Tûnisê hat lidarxistin. Ji Tûnisê û gelek welatên din nivîskarên mêr û jin li ser mijara kûrbûna romanên Ereb nîqaş kirin.
Xewn kilîta romanê ye
Me roja yekem a çalakiyê şopand û bi hinek jinên nivîskar re hevdîtin kir. Nivîskar Neceh Ebdulezîz diyar kir ku di cewherê nivîsandinê de xewnek an jî şênberbûna xewnan heye û got ku kesên helbest, çîrok an jî romanê dinivîsînin di rastiyê de hewl didin hebûna xwe îsbat bikin. Li gorî wê nivîsandin nivîsandin dişibe xewnê; azadî û rizgariya ji astengiyan e. Heta dibe ku bibe şîfa lewre mirov bê xewn nikare bijî û nivîskar ji bo pêkanîna xeyalên kesên din dikare deriyan veke.
Neceh Ebdulezîz da zanîn ku jin di mijara îfadekirina mijaran de ji mêran zêdetir xwedî behre ne lê ji ber ku demên dirêj ji ber şerm an jî desthilatdariya mêr nenivîsandine vê qadê ji mêran re maye û got: “Dîsa jî jin hêdî hêdî ji bin vê desthilatdariyê rizgar bûne, bi pênûsên xwe nivîsandine loma jî kes nikare pêşî li maceraya wan a nivîsandinê bigre.”
Roman gelek caran ji xewnê çêdibe
Romanûs û rojnamegera Lubnanî Necla Berekat jî got ku ew bi hatina Tûnisê pir bextewar bûye û da zanîn ku ew ê pêşkêşiyek bi sernavê “Hişmendî û di sînorê ji derveyî hişmendiyê de” bike. Necla Berekat da zanîn ku li gorî wê roman gelek caran ji xewnê çêdibe; xewn ji bo nivîskar û romanûs dibe cihê tiştên ku di rastiyê de nikare vebêje û derfet çêdike û got: “Xewn di nivîsê de rêbaza herî girîng a vegotinê ye lewre ji xwîneran kilîta famkirina bûyeran, diyalog û karekteran e
Necla Berekat, got ku xewn gelek caran ji bo kesên Ereb ku ji azadiyê bêpar in, çarçoveyek azadiyê pêşkêş dike, riya vegotina daxwaz hestên hatine çewisandin e û di heman demê ji bo pêşerojê hêviya mercên baştir di nava xwe de dihewîne.
Sebir û xewna azadbûna jinan
Akademîsyen û romanûsa Misrî Suheyr el-Musaddafa jî got ku xewn, di romana Ereb de heta tu bibêjî bi awayê xweser û mitolojik heye û got: “Tevî xeyalên mezin ên romanûsên Ereb, xewn jî perçeyek bingehîn in. Di civakên di bin mêtinkariyê de, sînorên jinên romanûs teng dibin, ji ber van meyla wan li ser xeyal, mîtolojiyê ye û bawr dikin ku li cîhanê edalet û maf bi wan dikarin werin destxistin.”
‘Sebir bikin di vê serdema ku qad ji mêran re maye de jî me pir tişt bi dest xistin’
Musaddafa, diyar kir ku cudahiya di navbera nivîsên jinen Ereb û yên din de, xewna azadiyê ya jinên Ereb e û got: “Dixwazî li cîhana xeyalan a afrîner, dixwazî bi xewnan, tişta ku jinên Rojhilata Navîn û Ereb dixwazin sembol in. Carna jinên ciwan ên nivîskar di semînerên min di konferansan de, îsyan dikin dibêjin; ‘ev merc ji bo jinên nivîskar qet baş nîn in.’ Ez jî ji wan re dibêjim ‘sebir bikin, di vê serdema ku qad ji mêran re maye de jî me pir tişt bi dest xistin. Sebir bikin, navê me êdî li ser dikên cîhanê zêdetir tê dîtin. Berhemên me li gelek zimanan tên wergerandin, hem di warê çîrok, hem jî romanê de em xelatan digrin.”
Xewn veduguhere navgînek ku di dema krîzan û bêminetiya nivîskar derdixe holê
Nivîskara Mexribî Zuhur Karram, behsa mijara xewnê ya di romana romannûsa Ummanî Cuhhe/Coha el-Harthî a bi navê “Menamat” kir û got ku ji destpêka pirtûkê ve xewn heye, bi vê yekê romanûs derûniya xwe nîşan daye û taybetmendiyên vegotinê bi xwe diyar kiriye. Li gorî wê xewn; veduguhere navgînek ku di dema krîzan û bêminetiya nivîskar de derdikeve holê ye. Zuhur Karram wiha bi dawî kir: “Xewn di nivîsê de girêdayî mantiqa hêza xeyalê ye û bi hûrguliyan piştgiriyê dibîne. Ev yek jî nirxek taybet dide vegotinê. Vegotina xewna di “Menamat” de, bi rewşa xezayî ya tecrubeyên mirov û di navbera mekanê xewnê yê di nava romanê de hatiye avakirin de cudahiyê çêdike.”