Kongra yekemîn a Meclisa jinan a Tevgera Civaka Demokratîk dest pê kir
Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e” Îro Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-Dem) dest bi kongra xwe ya yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Hesekê – Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e” Îro Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-Dem) dest bi kongra xwe ya yekemîn li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Serdem a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê kir. Di kongreyê de 375 delege ji sazî, dezgeh û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û parêzer amade bûn. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk ji 50 kesan pêk tê. Meclis ji berdevka jinan, hevseroka tevgerê, hevseroka yekitiyan û buroyên rêxistinî yên kantonan pêk tê.
Di kongreyê dê axaftin, nirxandina rewşa siyasî, nirxandina rewşa rêxistinî, xwendina rêzknameya meclisê û hilbijartin pêk were.
‘Em ê bi reng û hişmendiya jinên azad Sûriyeya nû ava bikin ‘
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Mihemed lidarxistina kongreya yekemîn a Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk pîroz kir û wiha got: “Ji destpêka şoreşê ve heya roja îro rola Tevgera Civaka Demokratîk di pêşxistina vê şoreşê de esas bû, li pey wê hêzeke mezin a jinan hebû, ji bo birêxistinkirina xwe û civaka xwe her kêlî di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn. Jin sembola şoreşa me ne û her kes wan ji bo xwe mînak dibîne. Em ê her dem mohra xwe li dîrokê bixin û pêşengiya pêngavan bikin heya ku bikaribin civakek demokratîk û azad ava bikin. Em ê civakek ku jin tê de paşguh nebin, bi rengê jinan û pêşengiya wê Sûriyeya nû ava bikin."
Kongre bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê endama Konseya Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) Foza Yûsif ve berdewam dike.