Foza Yûsif : Doza Hevrîn Xelef doza me ye
Endama Konseya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif destnîşan kir ku rola jinê di avakirin û pêşengtiyê de girîng û çarenûs e û got: “Meşa pîroz bi pêşengtiya jinan gerek dewam bike, heya serkeftin mayînde bibe.”

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Jina birêxistinkirî mîsogeriya civaka Demokratîk e” Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, kongreya xwe ya yekemîn pêkanî. Piştî axaftina Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Mihemed, Endama Konseya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif rewşa siyasî nirxand.
‘Jin di pêvajoya parastin û tekoşînê de xwe teyîsand’
Foza Yûsif da zanîn ku dewletên hegemon li gorî berjewendiyên xwe dixwazin temenê aloziyê dirêjtir bibe û wiha berdewam kir: “Herêma me gelek aloz e û diyar e ev alozî dirêj be. Ji ber ku gelek plan hene. Li Rojhilata Navîn pevçûna leşgerî û birdozî dewam bike, bê guman Sûriye yek ji perçeyên esasî ye û her kes dixwaze nifûza xwe li Sûriyeyê xurt bike. Aloziya ku li herêmê derdikeve, bi rêbazên pevçûnê nayê çareserkirin. Ji bo çareseriyê, pêwistiya me bi belavkirin û gihandina paradîgmaya me li tevahî cîhanê û bi taybetî li Sûriyeyê heye. Mîsogerkirina jiyanek aram û demokratîk, rola herî sereke ye ku dikeve ser milê jinê. Rola jinan di avakirin û pêşengtiyê de girîng û çaranûs e. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinê rolek girîng di pêvajoya parastin û tekoşînê de lîst, heya ku gihşt vê encamê.”
‘Pêvajo tê xwestin em xwe li her derê xwe birêxistin bikin’
Foza Yûsif balkişand ser girîngiya xwerêxistinbûnê û wiha got: “Em bi pêvajoyek nû re rûbirû dimînin, gelek girîng e ku em xwe li her derê xwe birêxistin bikin. Ji ber ku TEV-DEM di pêşveçûnê de xwedî rolek girîng e. Em rêxistinên hevbeş ava bikin û bi rastî bi jinên Sûrî re ji bo pêşeroja Sûriyeyê û mîsogeriya mafê jinê hevgirtinek xurt bidin avakirin. Îro li Sûriyeyê mafên jinan di xeteriyek mezin de ne, destûra ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hat pêşkêşkirin, mafê jinê û hebûna wê, her wiha mafê pêkhate û civaka Sûriyeyê piştguh dike. Li perava Sûriyeyê jin tên revandin, qetilkirin û destdirêjî li ser wan pêk tên. Em wekî tevgera jinê, van kiryaran şermezar dikin û berpirsyariya me, em xwedî li van jinan derkevin. Li kuderê mafên jinan tên binpêkirin, gerek em bibin dengê wan û hêza parastina wan, yê ku herêma me ji van kiryaran diparêze rêxistinbûyîna me ye. Pêwîst e em xwe bighînin her jinek û birêxistin bikin da ku em xwe ji xeteriyê biparêzin.”
‘Zanista Jineolojiyê çareserî û parastin e’
Foza Yûsif anî ziman ku belavkirina zanista Jineolojî, çareserî ye û wiha got: “Di vê pêvajoya hesas de pêwîst e jin zanista azadî û jineolojî li her derê belav bike da ku em bikaribin çareseriyê mîsoger bikin. Ev zanist dê hemû jinan ji komkujî, mafxwarin û binpêkirinê xilas bike. Peymana civakî ya jinan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gerek bibe peymanek civakî ya tevahî jinên Sûriyeyê, em destûra ku hebû û rola jinê red dike, em wê qebûl nakin û Sûriyeya nû dê bi zanista jina azad ava bibe. Ji bo ku em van gavan bavêjin, pêwîst e em têkoşîna xwe ya hiqûqî û parêzeran bilind bikin da ku lêpirsîn û lêkolîn were kirin ku çawa em bikaribin mafê xwe di Sûriyeyê de bidest bixin û biparêzin. Ji ber ku rêxistinbûyîna hiqûqî û yekîtiyan gelek girîng in .”
‘Doza Hevrîn Xelef doza me ye’
Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de helwesta jinan a li dijî erkdarkirina Hatim Ebû Şeqra ya di qada leşkerî de, pîroz kir û wiha got: “Doza şehîd Hevrîn Xelef Doza me ye. Ev kiryar xeteriya bi awayekî eşkere ye. Yekîtiya jinan, îsrara azadî û biryardayînê bilind bikin, meşa pîroz gerek bi vî rengî dewam bike da ku serkeftin mayînde bibe. Em xwe li gorî banga Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan birêxistin bikin û têkoşîna xwe li ser du lingan bimeşînin jê avakirina aşîtî, aramî û demokrasî û ya din jî bihêzkirina qada leşkerî.”
Kongre bi axaftinan berdewam kir.