ÎSÎG: Di meha Nîsanê de 8 zarok û 4 jinan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora meha Nîsanê ya cînayetên kar a ÎSÎG’ê 152 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ji karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 8 jê zarok, 4 jî jin in.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a meha Nîsanê weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Nîsanê de 152 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ji yên ku jiyana xwe ji dest dane 8 jê zarokên karker û 4 jî jin in.

Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG'ê, di çar mehên ewil ên sala 2025'an de herî kêm 611 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

ÎSÎG’ê da zanîn ku herî zêde mirovan di înşaet, çandinî, qezayên rê û karên metalê de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku bi taybetî karkerên bê qeyd, karkerên daristanan û ajokarên riyên dirêj di bin xeterê de ne.

 

ÎSÎG’ê, da xuyakirin ku di nava 12 salên dawî de herî kêm 764 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane û ji bo tedbîrên lezgîn bang kir.