Jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo Bixwîne û bide xwendin’ de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Şengal – Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo Bixwîne û Bide Xwendin’ de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Sinûna Şengalê meşek li dar xist. Bi sedan dan jin bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Meş li Çerxerêya Ziraatê dest pê kir û heta Çerxerêya Mam Zekî dewam kir. 

Piştî meşê li ser navê koordînasyona TAJÊ Sûham Şengalî axivî. 

Di destpêka axaftina xwe de Sûham Şengalî şehîdê aştî û demokrasiyê û endamê heyeta Îmraliyê ya Dem Partiyê Sirri Sureyya Onder birêzdarî bi bîr anî û got ku ew ê li ser şopa Onder ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heta dawiyê bimeşin û têbikoşin. 

‘Em silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin’ 

Sûham Şengalî diyar kir ku ew wek jinên êzidî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin, ji Şengalê heta Îmraliyê hezkirinên xwe dişînin û ev tişt anî ziman: “Her kes dizane Rêber Apo bi erka ku dikeve ser milê wî rabû û deriyê aştiyê da vekirin. Di serdemeke wisa de ku şer û talan heye Rêber Apo bi bangek pêvajoyek dîrokî û deriyê aştiyê vekir. Ev demek e pêvajoya çareseriyê hatiye destpêkirin û ji hêla Rêber Apo ve tê rêvebirin lê belê ji aliyê dewleta tirk û dewletên ku piştgirî dan banga çareseriyê gavek erênî nehatiye avêtin.  

‘Tevî agirbestê jî dewleta tirk êrîşan didomîne’ 

Di meşê de Sûham Şengalî destnîşan kir ku rûxmî gerîla di pozîsyona agirbestê de ye jî dewleta tirk êrîşên xwe nedaye sekinandin û wiha got: “Li pêş çavên dinyayê dewleta tirk bi çekên qedexe û kîmyewî êrîşan pêk tîne û çiyayan bombebaran dike. Em careke din berxwedana gerîlayên azadiyê bi dil û can pîroz dikin.” 

‘Banga tevlibûna pêngava Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ 

Her wiha Sûham Şengalî ragihand ku ew wek jinên êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û ji bo banga aştî û civaka demokratîk bigihêje armanca xwe çi ji destê wan bê bikin û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Wek jin divê em di serî de xwedî li Rêberê xwe derkevin. Ji bo em dixwazin azad bijîn divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo têkoşîna xwe bilind bikin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin û em bi hev re serkeftinê bi dest bixin. Em bang li her kesî dikin ku Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin û civaka xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde û pêş bixin. Yekane rêya azadiyê naskirina fikrên Rêber Apo ye, ji bo vê jî em dibêjin herkes tevlî pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ bibin.”