Kongra Star xwest kiryarê Heba Mehmûd El-Xelef bê girtin

Kongra Star ya Bajarê hesekê derbarê qetilkirina jina bi navê Heba Mehmûd El-Xelef daxuyanî dan.

Heseke - Kongra Star ya bajarê Hesekê li dijî qetilkirina Heba Mehmûd El-Xelef a dayîka sê zarokan beriya dû rojan ji aliyê hevjinê xweve li taxa Eskerî ya bajarê Hesekê hate qetilkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hem malbata jina hatî qetilkirin û hemû sazî û rêxêstinên jinan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a bajarê Hesekê Lemiya Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyanî wihaye:

“Piştî şoreşa Rojava ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî" weke şoreşa jinê hate binavkirin, bûyerên kuştinê zêde bûn, li Taxa El-Eskerî jina bi navê Heba Mehmûd El-Xelef  a 30 salî ji aliyê hevjînê xweve bi awayek hovane hate qetilkirin û cenazeyê wê di mal de ma. Ne cîhan ne jî hiqûq vê sûncê qebûl dike. Ji ber ku jin bingeha civakê tê dîtin. Lê hîn jî zîhniyeta desthilatdar û mêran sûcên herî hovane yên kuştin, zalim, pirjinî, her cure û şêwazên tundiya li ser jinê dike, ev sûc bûne xeter.

Em wek Kongra Star û hemû rêxistinên jinan û mafên mirovan daxwaza cezayên herî giran li kiryaran dikin. Ev sûcekî nefretê ye ku di heman demê de jinan ji mafê jiyanê û dayîktiyê bê par dike. Ji ber vê yekê em daxwazê ji hemû saziyên mafên mirovan û gel dikin, dadgeh demildest li ser vî sûcî lêkolîn bikin û kiryar cezayên herî giran bigrin.”