Kongra Star: Têkoşîna li hember hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê xurt bikin

Meclisa Kongra Star der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxiyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hevkariya êrîşan nirxand û banga bilindkirina tekoşînê kir.

Navenda Nûçeyan-Meclisa Kongra Star têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongra Star li dijî hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê kir. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk wekî hevkariya van sûcan nirxand.

Berdevamiya daxuyaniyê wiha ye:

 ′′Di nava van rojan de tevahî cîhan pêşwaziya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dikir. Lê çavê xwe ji tundiya ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî îrade û jiyana ewle ya bi mîlyonan meşandin, digirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwerêvebirin û jinûve avakirina sîstema jiyanê tê meşandin lê hikumeta AKP′ê bi êrişên xwe yê dijminahî dixwaze carek din  serdema koletî û nîjadperestiyê ferz bike.

‘Rûxmê hemû êrîşan îradeya gel û jinan xurt dibe’

Ji zêdetirî 10 salan ve hikumeta AKP′ê bi dehan rêbaz bi kar anîn da ku Rêveberiya Xweser têk bibe, lê her tim îflas kir. Destek da hêzên terorê wek DAIŞ, bi salan ambargo li ser herêmê dimeşîne. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û demografiya wan diguherîne. Ava çemê Firatê li ser bi mîlyonan mirovan qut kiriye, li Efrînê daran dibire, di şerê de çekên kîmyewî bi kar anîn û ev şer derbasî nava jîngehê kir. Lê ruxmê van kiryaran jî hertim îradaya gel û a jinan mezintir dibe û biserkeftî karîbûn jiyan û hebûna xwe biparêzin. Dewleta Tirk ji bo ku îflasa xwe derbas bike û temenê xwe dirêj bike, vê carê bêyî ku pîvanên navneteweyî di ber çavan re bigire tevahî rehên jiyanê dike hedef, pêre jî pêşengên gel, sivîl, jin û zarokan dike hedef. Di nava 24 saetên dawîn de jî li zêdetir ji 6 wesayîtên welatiya xist û di encamê de hejmareke sivîlan jiyana xwe ji dest da.

‘Hêzên koalîsyonê berpirsê êrîşan e’

Em tevahî rêxistinên mafên mirovan di serî de hêzên koalîsyonê berpirsê şehîdxistina her ferdekî ji gelê xwe dibînin. Em  dibêjin, bêdengiya wan hevkariya bi pêre ye ku rê li komkujiyan diveke.

Em bang li tevahî jinan dikin ku têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê xurt bikin. Jiyana azad û bi ewle wê her tim soza me yê xweparastinê be.′′