Kongra Star beşdarî kampanyaya cîhanî ya azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan bû

Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarbûna xwe ji kampanyaya “Ji Rêber Ocalan re Azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî”a ku di 10’ê Cotmehê de hatbû destpêkirin bi daxuyaniyekê ragihand.

Qamişlo-  Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ a ku di 10 Cotmehê de li ser asta cîhanî hatibû destpêkirin, dewam dike. Îro li pêşiya Navneda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di amadebûna bi dehan ji endamên tevger û rêxistinên jinan, Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê beşdarbûna xwe ji kampanyayê re ragihand.

Daxuyanya ku  ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hate xwendin, wiha bû:

“Ji 10 Cotmehê ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ kampanyayek hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk kampanyayek destpêkir vê kampanyayê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de destpêkirin û ev yek jî xwedî wateyek mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye.

‘Ji qadên Şoreşa Jin em dengê xwe bilind dikin’

Em jî weke Rêxistina Kongra Star tevlî vê kampanyayê dibin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya çaresekirina siyasî ya doza Kurd di herêmê de dengê  xwe ji qadên şoreşa jin bilind dikin. Ev 25 sal in li zindana Îmraliyê, kiryarên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser tu girtiyî nehatine sepandin, li dijî Rêberê Apo tên kirin. Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku desthilatên Tirk ferz kiriye bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî pêre hevdîtin bikin, ev hemû binpêkirinên zagonên mafên mirovan in.

‘Gelên Kurdistanê tên qirkirin’

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryayê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê cihên sivîlan tên bombebaran kirin. Sivîl, jin, zarok, kal û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li pey hev li tevahî cihê binesaziyan, dibistan, mizgefta Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan hatin bombebaran kirin û jin û zarok birîndar bûn. Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin.

‘Têkoşînê ji bo Rêber Ocalan bilind bikin’

Em weke rêxistina Kongra Star di dawiyê de bang li hemû jinên azadîxwaz ên  siyasetmedar, bigrin, akademîsyen, parlementer, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku cihê xwe di pêngavê de bigirin û dakevin qadên azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tekoşîna û azadiyê bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.