Konferansa TJA ya ‘Zincîra Bêdengiyê’ destpêkir

Konferansa TJA'yê bi dirûşma “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin” dest pê kir.

Amed- Konferansa TJA'yê ya bi tevlîbûnê ji welatên cuda wê du rojan li Demir Otelê bê lidarxistin bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin" dest pê kir.

Konfaransa ku li otelek a navçeya Sûr a Amedê hatî destpêkirin, di heman demê de pêşengehek ku ji wêneyên girtiyan pêktê hate vekirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Ji nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Konferansa TJA'yê bi dirûşma “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin” dest pê kir.

Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tevlî konferansê bûn.

Konferansê bi axaftinên endama Parlamentoya Ewropayê û parlamentera serdema beriya niha Martîna Anderson û aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr dest pê kir.