Îsraîl bombebaranên xwe berdewam dike

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bênavber berdewam dike, saziyên navneteweyî bi taybetî bal kişandin li ser rewşa jin, zarokên keç û banga agirbesta lezgîn û demdirêj dikin.

Navenda Nûçeyan- Îsraîl êrîşên yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê daye dest pê kirin, ji hewa, bejahî û deryayî berdewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku hejmara kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane gihişt 23 hezar û 469’an û hejmara birîndaran jî gihişt 59 hezar û 604’an.

Hikûmeta Xezayê diyar kir li Nexweşxaneya Şehîd Aksayê ya li navenda Xezayê ji ber ku sotemenî xilas bûye, xizmetên tenduristiyê li ber sekinandinê ne. Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Medyaye ya Hikûmetê ya li ser medyaya dijîtal hat kirin de, hat diyarkirin ku divê duh piştî nîvro ji bo Nexweşxaneya Şehîdan a Aksayê sotemenî bihata, lê heta vê gavê jî nehatiye û hat destnîşankirin ku di rewşa rawestina jeneratorên ceyranê de dibe ku bi taybetî di beşa lênihêrîna zirav û beşên zarokan de mirin çêbibin.

Hemû peywendî qût bû

Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku di encama qutbûna peywendî û înternetê ya ji ber êrîşên Îsraîlê de peywendiya bi hemû tîmên wî ya li Zîvala Xezayê ya dorpêçkirî û dagirkirî qut bûye. Heyva Sor a Filistînê, ragihand qutbûna peywendiyan di demek kurt de gihandina ambulans û tîmên alîkariyên ji bo birîndaran asteng dike.

Du kargehên telekomunîkasyonê yên Filistînî ku li Zîvala Xezayê kar dike, beriya demek kurt diyar kir ku li piraniya navçeyên Zîvala Xezayê di peywendiyê û xizmetên înternetê de qutbûn çêbûye. Ji dîroka 7’ê Cotmehê ku êrîşên li dijî Xezayê dest pê kirin vir ve ji ber êrîşan 9 caran peywendî qut bûne.

'Zarok di bin esaretê de ne’

Nûnera Taybet a Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Lucîa Elmî, derbarê rewşa zarokên li Xezayê de daxuyaniyek da. Lucia Elmî, di daxuyaniya xwe de diyar kir "Zarokên Xezayê nêzî 100 roj in di bin tundî, mirin, bombebarankirin û esareta de ne.” Nûnera taybet Lucîa Elmî, dest nîşan kir zarok û malbat di bin metirsiya mirin, nexweşiyên ji ber kêmbûna avê çêdibin û xizaniya ji ber kêmbûna xurekê tên de ne. Lucîa Elmî, balkişand rewş bi awayekî lezgîn xirab dibe û da zanîn heta niha bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest dane û ger pirsgirêk neyên çareserkirin dê bi hezaran zarokên din jî bimirin. Nûnerê Taybet, di axaftina xwe de bi taybetî balkişand li ser alîkariyan û diyar kir ev alîkarî netêrker in û di demeke kurt de banga agirbestek lezgîn û demdirêj kir.

'Li Xezayê cihekî bi ewle nîne'

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), wiha got: "Li Xezayê rewş ji kabûsa herî xerab jî xerabtir e û li vir behskirina jiyanek bi rûmet bike ne mimkun e." Nûnerê UNFPA ya Filistînê Domînîc Allen, piştî serdana xwe ya Xezayê, ji Qudisê bi rêya dîmen konferansê ji rojnamevanên li New York re axivî. Domînîc Allen, da zanîn, "Derdor gelekî ne ewle ye. Li Xezayê cihekî bi ewle nîne" û diyar kir li Xezayê behsakirina jiyanek bi rûmet ne mimkun e. Domînîc Allen, diyar kir bi taybetî rewşa 1 milyon jin û zarokên keç ên li herêmê felaket e.