Di sergirtina malan de 113 kes hatin binçavkirin

Dewleta Tirk li 32 bajaran li ser malan girt, 113 kes binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Dewleat Tirk di saetên siharê de li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye bi giştî li 32 bajaran li ser malan de girtin.

Hate diyarkirin ku li Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Çewlîg, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Kastamonû, Qeyserî, Kilîs, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwaz, Şirnex, Dêrsim û Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtin û heta niha 113 kes hatine binçavkirin.

Hate diyarkirin ku kesên bi îdiaya “astengkirina xebatên rêxistinê û çavkaniyên wê yên fînansê” hatine binçavkirin, birine miduriyetên polîsan ên li bajêr.