Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi biryarên xurt bi dawî bû
Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku di 17’ê tîrmehê de destpêkiribû û du rojan berwedam kir, bi biryarên xurt bidawî bû.

Şengal – Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku di 17’ê tîrmehê de bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 Fermanan e’ hatibû destpêkirin, îro bi mijar û niqaşên girîng bi dawî bû.
Ji Şengalê û derveyî 150 delege tev li konferansa ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve dihat lidarxistin, bûn. Di nava du rojan de li konferansê gelek mijarên wekî jineolojî, parastin, çand û huner, welatparêzî û hwd. hatin nirxandin. Gelek kesên ku ji ber hin sedeman nikaribûn tev li konferansê bibin peyamên xwe yên bi dîmen şandin û ew peyam hatin xwendin. Lê peyama ku mohra xwe lî konferansê da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji konferansê re rêkiribû, bû. Di peyama xwe de Ocalan destnîşan kiribû ku pêwîst e herkes vê zanibe; civaka Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me û wiha gotibû: “Bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em pêşdixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aşitî û biratî dixwaze, mijara rûmetê ye.”
Ji hêla din ve mijarên di roja duyemîn a konferansê de Jineolojî, çanda jin, parastina cewherî bû û gelek mijarên din hatin nirxandin.
Di gotara jineolojiyê de ku ji hêla Akademiya Jineolojiya Şengalê ve hat parvekirinê de, hat gotin ku heta xeçera di pişta civakê de neyê derxistin meşeke rast nabe û hat destnîşankirin ku jineolojî dixwaze ji vê xencera pişta civakê re çareseriyê bibîne.
Di beşa çandê de jî li ser rol û misyona jinan a di parastina çandê de û êrîşên li ser çandê hat sekinandin.
Di beşa parastina cewherî de jî yek jê fermandara YJŞ’ê Axîn Întîkam axivî û ev tişt vegot: “Em vê gavê bi banga Rêber Apo diavêjin û ev pêngava ji bo me civaka êzidî pêngava xweparastinê ye. Ji bo me civaka êzidî xweparatin mijara herî girîng e. Ji bo me erka sereke parastina kok, parastina civak û parastina mirovbûnê ye. Em hazir in hîn zêdetir bedel bidin daku em bikaribin nirxên xwe yên bi saya şehîdan me bi dest xistî biparêzin.”
Piştî nirxandinên xurt konferans bi dirûşmeyan bidawî bû.