Di pevçûnên li Suweydayê de 516 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku di pevçûnên li Suweydayê de 516 kes hatine kuştin, hişyarî kir ku xetera pevçûnên mezhebî zêde bûye û dibe ku malbatên penaber ji cihên xwe werin derxistin.

Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di pevçûnên ji 13’ê Tîrmehê ve li Suweydayê dest pê kirine de heta niha 516 kes hatine kuştin. Di navbera kesên hatine kuştin de 86 kesên sivîl hene. SOHR’ê hişyarî kir ku dibe şerên mezhebî û binpêkirin zêdetir bibin.
Li gorî SOHR’ê dane wiha ne: "71 jê sivîl, ji welatiyên Suweydayî 150 kes hatin kuştin. Li gorî Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê; 261 endamên wan hatine kuştin. Ji wan 18 kes endamên eşîreta bedewî bûne, 15 kes jî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Her wiha di êrîşên Îsraîlê de rojnamegerek û 3 sivîl hatine kuştin."
Gelek malbat koçber bûn
SOHR’ê diyar kir ku gelek malbat ji taxê koçber bûne, li herêmê tirs û xof heye û hat diyarkirin ku bi vê ve girêdayî li gundên Teara û Eldara yên li rojavayê Suweydayê, di navbera eşîretên koçber û komên herêmî yên Suweydayê de pevçûn derketine.