Jineolojî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tevna jiyanê dihûnê

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê di roja duyemîn de didome. Îro gotana Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê hat pêşkêşkirin. Di gotarê de hat gotin ku jineolojî bi felsefeya Jin, Jiyan,Azadî tevna jiyanê dihûnê.

Şengal - Roja duyemîn a Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk Bersiva 73 Fermanan e’ dest pê kir, bi nirxandina Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê dest pê kir. Li ser navê Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê endama akademiyê Besê Avesta gotara xwe pêşkêş kir.

Lê beriya Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê gotara xwe pêşkêş bike nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Akademiya Jineolojiyê re şandibû hat xwendin.

Gotara Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê bi vî rengî ye:

“Rojhilata Navîn çawa ku bûye cihê yekemîn ê stargeha çanda xwedawendan, di heman demê de bûyê cihê yekemîn ê înkar û qetilkirina jinan jî. Pergala mêr-dewletê bi hilweşandina çanda jinan a civakî, hebûna xwe li ser wan xakan ferz kiriye. Pirsgirêka yekemîn bi vî awayî derdikeve holê. Rêber Apo ji bo pirsgirêka azadiya jinan, pênaseya ‘xencera di piştê de’ dike. Heta ku xencera di piştê de neyê derxistin, meşeke rast jî çênabe. Nexwe heta pirsgirêka azadiya jinan rast neyê analîzkirin, azadiya civakê jî ne pêkan e. Di bingeha hemû pirsgirêkên civakî de; pirsgirêka di navbera jin û mêr de heye. Jineolojî dixwaze ji vê xencera di pişta civakê de çareseriyê bibîne. Îdiaya herî mezin a zanista jinan ew e. Ji bo vê hemû daneyên giredayî jinan lêkolîn dike, ji pirsgirêka têkiliyên jin û mêran re bersivên bi kok digere, li beramberî ferasetên zayendperest, nêzikatiyên çors ku jinan di malê de digre lê dide û qetil dike, weke kole, biçûk dibîne têdikoşe, bi analîzên ilmî li riyên azadiya jin û mêran digere.

‘Aqilê kujer xwest civaka Êzidî tune bike’

Di fermanan de jî heman zihniyet, bi destên DAIŞ’ê di meriyetê de bû. Di 74 fermanên ku hatine serê civaka Ezîdî de; wê aqilê xwestiye ruhê civaka xwedî kok tune bike, hebûna civakê hedef girtiye û jinan qetil kiriye. Di fermana 74’an a 2014’an de ev rastî pir bi awayekî dijwar derket pêş. Bi hezaran jinên Ezidî hatin qetilkirin, hatin revandin, di bazaran de weke kole hatin firotin. Li gorî lêkolîna sala 2015’an 7 hezar jinên Ezîdî hatine revandin lê hê jî hejmara jinên winda bi zelalî nayê zanîn. Aqilê kujer; bi hedefgirtin, dîlgirtin û qetilkirina jinan xwest civaka Ezîdî tune bike. Ji cihê herî hesas êrîşî civakê kir û xwest civaka Ezidî teslîm bigre.

Di encamê de aqilê desthilatdariyê ku xwe li ser tunebûna çand û nasnameya jinan ava kiriye, jinan ji qada zanistê dûr xistiye. Nezanî, cehalet, kor û lalbûn ji bo jinan rewa hatiye dîtin. Ew zanista jinan ku cîhanê şên kiriye, îro bi reşkirinê tê lewazkirin. Di encama wan rastiyan de; hebûn, nasname, têkoşîn, çalakî, îsyan, keşf û lêgerînên jinan, di cîhana zanistê de nayê dîtin. Keda jinan hat înkarkirin.

Jineolojî zanista şoreşa jinan e

Li beramberî wan rastiyan xeta şaristaniya demokratîk ku bi aqilê jinan hatiye avakirin, bi hezaran sal in ruxmê hemû êrîşan jî li ber xwe dide. Vê berxwedanê piştî fermana 74’an bi naskirina fikr û felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinan, zêdetir teşe daye xwe û rêxistinbûnên xwe ava kiriye. Jineolojî weke zanista şoreşa jinan; di vê qadê de roleke girîng dilîze. Li gel destkeftî û serkeftinên jinan, ji bo êrîşên zayendperestiyê vala werin derxistin, zanista jinan a ku jiyanê afirandiye ji bo careke din derkeve ser rûyê erdê, di asta zihnî de guhertin, veguhertin werin jiyîn, li ser çanda kok careke din deriyê azadiya jinan vebibe, xebatên xwe bi pêş dixe.

Rêber Apo: Destpêkê jinan rizgar bikin

Ji bo civakek azad, azadiya jinan şertê bingehîn e. Ew şert pêwist e li ser bingeheke ilmî were rûniştandin. Di hemû şeran de hêzên desthilatdar bi şîara ‘’Destpêke li jinan bixin!’’ xwe ferz kirin. Di serdemeke wisa de Rêber Apo bi şîara; ‘Destpêkê jinan rizgar bikin!’ îdeolojiya azadiya jinan bi pêş xist. Ji mirinê vejînê ava kir. 

Li beramberî hemû îdeolojiyên zanistên desthilatdariyê ku xwe li ser zayendperestiyê ava dikin, derketina şoreşgerî pêwist dike. Pergala sermayedar bi xistina jinan, qirkirina civakê pêk tîne. Bi jinan civakê, bi civakê jinan qir dike. Bi vê qirkirinê, civakê tîne halê dînbûnê û ber bi tunebûnê ve dibe.

Weke ku Rêber Apo dibêje xencera pişta civakê encax bi vî awayî tê derxistin û ronesansa civaka Ezîdî ji azadiya jinan derbas dibe.

Bi hezaran sal berê, civaka exlaqî û polîtîk çawa li derdora jinan xwe birêxistin kiribe, di sedsala 21’ê de jî civaka komûnal û demokratîk, li derdora jinên ku xwe zana dikin, birêxistin dikin û bêeman têdikoşin dê were birêxistinkirin. Li wan xakên qedîm têşiya jinan, vê carê ji bo Jineolojiyê dizivire!”