Derhêner û montajvana Îranî Sepîde Abtahî hate binçavkirin
Derhêner û montajvana belgefîlmên Îranî Sepîde Abtahî, di encama serdegirtina Hêzên ewlehiyê ya li ser mala xwe de hate binçavkirin û hinek alavên wê yên elektronîkî hatin desteser kirin.
Navenda Nûçeyan – Derhêner û montajvana belgefîlmên Îranî Sepîde Abtahî, di encama serdegirtina Hêzên ewlehiyê ya li ser mala xwe de hate binçavkirin. Di serdegirtinê de hinek alavên wê yên elektronîkî jî hatin desteser kirin.
Xwişka Sepîde diyar kir ku hêzên ewlehiyê ew binçav kirine
Saîde Abtahî ya xwişka Sepîde Abtahî, agahiya binçavkirina xwişka xwe li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand û got: "Îro sibehê, komek ji hêzên ewlehiyê hatin mala me. Xwişka min Sepîde Abtahî binçavkirin û alavên wê yên elektronîkî yên şexsî jî desteser kirin. Mala me di şer de carek hatibû hilweşandin û îro dîsa bi binçavkirina xwişka min hate hilweşandin."
Saîde Abtahî di parvekirina xwe de diyar kir ku xwişka wê bi berdewamî li ser hesabê xwe yê Instagramê nerînên xwe yên dijî şer parve kiriye, bi alîgirên şer re nîqaşan danemeşandin û hemû kes dizanin ku ew aştîxwaz û alîgira Îranê ye.
Heta niha der barê sedemên binçavkirina Sepîde Abtahî û sûcdariyên li dijî wê de tu agahiyên din nehatin belavkirin.
Sûca Sepîde mîna girtiyên jin yên din e
Sepîde Abtahî, endama Mala Sînemayê ye û beriya demek wekî sekretera Komeleya Belgefîlmên Sînemaya Îranê kar kiriye. Sepîde Abtahî, di dema serhildana "Jin Jiyan Azadî" de ji bo piştgiriya xwepêşanderan serpoşa xwe rakir û tevlî kampanyaya hunermendên muxalîf bû. Sepîde Abtahî, li ser hesabê xwe yê Instagramê, vê daxuyaniyê parve kiribû: "Ez li kêleka welata xwe, gelê xwe û kesên ku êş dikişînim û di nava hevgirtinê de me. Ez ê heta roja edaletê şînê bigirim. Roja azadiyê, ji bo xwîna şehîdên bedew ên rêya azadiyê ne."