Komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir hat bibîranîn

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Tilezêr û Siba Şêx Xidir meşeke girseyî hat lidarxistin.

Şengal – Di ser komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê re 16 sal derbas bûn ku bi riya 4 wesayîdên bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li bajarokê Tilezêr bi pêşengiya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Meşa ku ji ber Meclisa Gel a Tilezêr dest pê kir, bi hezaran  kes tevî aliyên siyasî TAJÊ’ê PADÊ, YNK, berpirsên leşkerî û serok eşîr beşdar bûn. Meşê heya çerxeriya 14’ê Tebaxê cihê ku teqîn lê pêk hat, berdewam kir. Di meşê de dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bimire îxanet” hatin berzkirin.

Di meşê de peyamên girîng hatine dayîn û hat gotin ku “Ger Şengal di destên zarokên xwe de bûya wê rûbirûyê ewqas êrîş û komkujiyan nehata. Şengal bi saya Rêveberiya Xweser bûye xwedî îrade û dikare rê li ber hemû êrîşan bigre.”

 ‘Em ê bi yekitiya xwe rê li ber planan bigrin’

Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo axivî û got: “Ji bo rê li ber fermanan bê girtin, yekane riya me heye ew jî xwerêvebirin û xweparastin e. Heta niha tu kes li me xwedî derneketiye. Divê gelê me li xwe xwedî derkeve û hesabê fermanan ji dijminan bixwaze.  Ev meh ji bo me hemûyan meheke reş e. Em ê bi yekitî û tifaqa xwe rê li ber hemû plan û konseptên qirêj bigrin.”

‘Ji ber xiyanetê li ser gelê me komkujî çêbûn’

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Pakîze Celal axivî û wiha got: “Em dibînin piştî du fermanan careke din xelkê Tilizêr vegeriya ser xaka xwe. Ev ji bo dijminan peyama herî xurt û bi wate ye. Dema em vegerin ser xaka xwe û li dora Rêveberiya Xweser kom bibin, wê tu kes nikaribe careke din siyaseta xwe ya qirêj li ser me bide meşandin. Her kes dizane bi xiyaneteke mezin gelê me du caran di komkujiyên mezin re derbas bûn û kesên bûne sedema her du êrîşan jî heta niha nehatine cezakirin.

‘Me rojek jî ji bîr nekiriye’

Dayika Berfê Çiya ya ku bûye şahidiya komkijiyê kiriye wiha behs dike: “Ji fermana 2014’an xirabtir bû, cenaze perçe perçe bûn. Keç û ciwanên nûhatî bê dest û ling man. Perçeyên cenazeyan ji hev nedihatin naskirin. Birîndar pir bûn. Bi teyaran wan birin lê heta niha yek jî venegeriyaye. 16 sal in ferman li ser me berdewam dikin. Ew roja tarî roja ku teqîn pêk hat tu carî ji ber çavên min naçe. Bi dehan kes û karên me jiyana xwe ji dest dan.”

‘Em dikin û nakin hestiyên me ranakin’

Berfê Çiya bal kişand ser hestiyên fermana 2014’ ku li ber xendekan û di gorên komî de ne û wiha got: “Heta niha hestiyên fermana 2014’an li erda ne û tu kes ranake û ji me re tiştekî nakin. Hestî li ber xendekan in û di gorên komî de mane. Ne hikumeta Iraqê û ne kesek din ji me re tiştek nake, em dikin û nakin hestiyên me ji erdê ranakin. Ji ber baweriya me cuda ye, êrîşî me dikin û fermanan tînin serê me. Em bi baweriya xwe serbilind in û dev ji ola xwe ya  şêrîn bernadin.”

‘Pêwîst e em dijminên xwe nas bikin’

Di heman demê de Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Şemê Remo jî nêrînê xwe anî ziman û wiha pêde çû: “Her sala ku dîroka vê komkujiyê tê em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane  bi bîr tînin û pêwîst e hemû kesên ku dibîhîse û dibîne, hîs bike û fam bike ka kî difiroşe û kî dikire. Mixabin heta niha civaka me dijminê koka xwe nas nake. Nizane ka kî li ser dilîze û xiyanetê dike. Pêwîste em bizanibin yê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de em hiştin û reviyan, ew in ên ku ev teqîn pêk anîne. Ji bo wê jî pêwîst e hemû dayikên me rabin û doza darizandina hemû sûcdaran bikin.

Em doza mafên xwe dikin ji Iraqê. Roja ku ev teqîn pêk hat birîndarên me bi firokan birin û heta îro nehatine lê agahiya Iraqê jê tune ye! Gelo çima tune ye? Em dizanin ên ku ew teqîn kirin ew bûn ku birîndar birin û heta îro jî venegerandine. 74 ferman anîn serê me em tune nebûn. Ji ber ku yek ji me jî bimîne em dev ji ola xwe bernadin. Her dem berxwedanî heye û dengê qehremanên me bilind e. Her jineke ku derdikeve serkeftî derdikeve.”

‘Pêwîst e her kes vegere ser axa xwe’

Şemê Remo di dawiya axaftina xwe de banga vegera ser axê kir û wiha gotinên xwe domand: “Pêwîst e gelê Êzidî bibe yek heta ku ferman bi serê civaka me ve neyê û her kes vegere ser axa xwe cihê dê û bavê xwe. Hinek kes 9 sal in di konan de dijîn. Banga min ew e ku vegerin ser axa xwe û konên xwe li ser xaniyê xwe vegirin. Yên ku dibêjin ewlehî tune ye hene gelo ger ewlehî tune be evqas kes çawa li vir dijîn. Ger ewlehî nebûya wê îro evqas kes li vir kom nebûna û daxuyanî nedana.”

Piştî merasîm bi dawî bû gel berê xwe da gundê Tilezêr û Sîba Şêx Xidir.