Ji beşdarên Konferansa Jinan banga yêkîtiyê

Beşdarên Konferansa Jinan a li Silêmanî hat lidarxistin, bal kişandin li ser têkoşîna jinan û destnîşankirin ku ji bo xwedî derketina li destkeftiyên jinan û têkbirina hişmendiya mêr ê xwe li ser jin ferz dike yekîtiya jinan nebe nabe.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Di 12’ê Tebaxê de bi pêşengiya tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ konferansek a jinên ji pêkhate û baweriyên cuda yên li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hate li darxistin. Ji beşdarên konferansê Zozan Simo û Sazgar Soran axivîn û daxwez kirin jinên di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane bên rizgarkirin û civaka Êzidî li ser xaka xwe bi nasname, hebûn û çanda xwe ya azad jiyan bike.  

‘Êşa jinên Êzidî êşa hemû jinan e’

Endama tevgera Goran Sazgar Soran ji ber beşdariya konferansê kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha got; “Ez gelek kêfxweş im di konferansekî wiha de cih digrim. Ev konferans bi rathatina fermana li ser jin û civaka Êzidî de hate li darxistin em wateyekî mezin lê bar dikin. Keraseta li ser Şengalê de hat kerasetekî mirovî bû. Heta niha bi dehan car ferman li ser civaka Êzidî pêk anîne. Bi van fermanan re miletê Şengalê neçar hate hîştin cih û warê xwe biterikîne û koçber bibe. Di fermana dawî de jî ji bo xelkê Şengalê nekeve destê çeteyên DAIŞ’ê ji cihê xwe bûn. Di dîroka mirovahiyê de kerasetekî wiha bi serê tu miletî de nehatiye. Ji lewra ez hêvîdar im ev konferans bi xwe re serkeftin bîne û bibe wesîle ji bo bi destxistina maf, nasname û hebûna xwe ya azad. Hemû daxwezên têne kirin bêne bi cih anîn.”

Sazgar Soran di berdewamiya axaftina xwe de êşa hevpar ya ku jin li her çar parçê Kurdistanê jiyan dikin anî ziman û wiha got; “Li her çar parçê Kurdistanê jin rastî tûndûtûjî û terorkirinê tê. Di gelek aliyan de tê çewisandin. Li Şengalê jî jinan kerasetekî mezin jiyan kir. Bi hezaran ji wan ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi êş û destdirêjiyê re rû bi rû hatin. Êşa wan jiyan kir êşa me hemûya bû. Li ser bedena wan bazarên qirêj hatin kirin. Li ser wê esasê ez ji hemû jinan daxwaz dikim û hêviya min ew e her jinek ji bo azadiya xwe dest bi meşekî nû ya tekoşînê bike. Hêviya min ew e jinên di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane bêne rizgarkirin.”

‘Divê hemû Êzidî bibin yek dest da ku daxweza mafê xwe bikin’

Endama Koordinasyona TAJÊ Zozan Simo li ser girîngiya li darxistina konferansê axivî û daxwezên jin û civaka Êzidî bi van nirxandinan anî ziman; “Meha Tebaxê ji bo civaka me û bi taybet jinên Êzidî meheke giran û bi êş e. Em bi rêya li darxistina konferans û komxebatan daxweza mafê xwe dikin û êşa me ji ber fermanê jiyan kirî bi jin û miletê ji bawerî û pêkhateyên cuda re parve dikin. Hîna gelek jinên me di destê çeteyên hov de ma ne. Li Başûrê Kurdistanê ji ber gelê Kurd daxweza mafê xwe kir komkujî bi serê Helepce de anînin. Em jî niha daxweza mafê xwe dikin. Heta niha jî hîna êş û azarên jina Êzidî berdewam e. Lê divê hemû civaka Êzidî bibe yek dest ku karibe daxweza mafê xwe bikin. Em daxwez ji hemû Êzidî û bi taybet jinan dikin bila rabin ser piya daxweza mafê xwe bi dengekî bilind bînin ziman.”

‘Em dixwazin azad bijîn’

Zozan Simo di dawî de daxwaz û hêviyên civak û jina Êzidî bi van gotinan anî ziman; “Em weke civak parçeyek ji Îraqê ne, divê mafê me di destûra xwe de nas bike. Em dixwezin jiyanek xweş bijîn û bi mafê xwe serbixwe jiyan bikin. Lê em dibînin ji miletê me re deriya koçberiyê vekirin û her yek ji wan bi welatekî cuda re tê şandin. Bi siyaseteke taybet keç û jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibin wan derdixin welatê Ewrupayê. Hêvî û daxweza me ew e ew jin û keçên rizgar dibin di van konferansa de amade bin û dengê xwe bighînin cîhanê. Fermana ku bi serê civaka me de hat berî her kesî dest avêtin jinan. Niha jî divê em rabin ser xwe û kar û xebat ji bo xwe û civaka xwe bikin. Em ji bin ferman û qirkirinê xilas bûne weke jina Êzidî dixwezin azad bibin. Her wiha divê em weke Êzidî bibin yek dest, ji bo em karibin dewa mafê xwe bikin. Ger em li ser xaka li Şengalê jiyan bikin em dikarin daxweza mafê xwe bikin.”