Du salên Talîbanê: Li dijî jinan sûcên dijmirovî

Li Afganistanê Talîban 2 sal in li dijî jinan sûcên li dijî mirovahiyê dike. Ji dema ku reveberiyê desteser kiriye ve heta niha, jinan ji jiyana civakê dûr xistiye. Li dijî vê yekê jinan bang kir û got: “Bikevin tevgerê.”

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Afganistanê du sal in Talîban li ser desthilatdariyê ye. Li welat bi taybetî jin, di nava vê pêvajoyê de ji hemû mafên xwe yên ku bi dest xistibûn bêpar hatin hiştin. Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, hema bibêje qada giştî hat qedexekirin, binpêkirinên mafan li ber çavên cîhanê pêk hatin. Tevî vê yekê jî welatên cîhanê çavên xwe girtin di ser de jî bi pejirandina Talîbanê, pêkanînan qebûl dikin. Jinên ku di nava tirsê de dijîn jî tu carî dest ji berxwedan û têkoşînê bernadin.

Rêxistina ku di serê salên 1990’an de piştgirî girt û bi navê Talîbanê hat avakirin, li Afganistanê rêgezê şerîetê xist dewrê, her çiqas li dijî dagirkeriya DYA’yê têk çûbe jî piştî 20 salan çi kir ku ji nû ve kontrolê xist destên xwe?

Afganistan ji salên 1980’yî ve heta niha her dem di rojeva cîhanê de bû. Piştî dagirkeriya Sovyetê piştî salên 1989’an ket pêvajoyeke nû. Ev pêvajo weke pêşketina Talîbanê û desteserkirina Afganistane hat pênasekirin. Mudaxeleya leşkerî ya ku bi êrîşa 11 Îlonê ya li DYA’yê re dest pê kir, li welat pêşî li siyaseteke cuda vekir. Bi krîza civakî û aborê re Afganistan salên dirêj di kontrola DYA’yê de ma. Di wê pêvajoyê de ji bo jinan hindik be jî ‘hêsantir’ bû an jî mafên wan hatin naskirin. Bi vekişîna DYA’yê ji herêmê, di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Talîban careke din ket rojeva cîhanê. Talîbana ku Kabulê desteser kir hat ser rêveberiyê. Talîbana ku bi hêza xwe ya li welat dizane, hewl dide di qada navneteweyî de jî xwe bide naskirin. Têkiliyên xwe bi dewletên Rûsya, Çîn, Asyaya Navîn, welatên Ereb, Qetar, Pakistan û Tirkiyeyê didomîne.

Bi dewletên cîhanê re di nava têkiliyan de ye

Talîban, bi Erebistana Siûdî û Îranê re ku ji sala 2015'an vir ve pirsgirêkan pê re dijî, di nava têkiliyan de ye. Talîban ji ofîsa li Dohayê, bi gelek welatên Ewropayê re di nava têkiliyan de ye. Ev welat, Elmanya, Fransa, Norveç û Tirkiye ne. Li gorî îdiayan car caran rêveberên Talîbanê diçin Tirkiyeyê. Tirkiyeya ku plan dike ewlehiya balafirgeha navneteweyî Hamîd Karzaî ya li Kabulê pêk bîne, bi Talîbanê re di nava têkiliyan de ye. Çendek berê Hindistanê jî ragihand ku bi Talîbanê re têkilî danîne. Herî dawî Îngîltereyê jî got ku têkiliya wan heye.

 Destpêkê jin bûn hedef

Talîbanê piştî ku rêveberiyê desteser kir, bi taybetî der barê jin û zarokên keç de daxuyaniyên ‘nerm’ da lê pratîka wê wisa nebû. Talîbanê îdia kir ku pêkanînên berê yên hişk kêm kiriye lê piştî wê jiyan ji bo jinan ket rewşeke ku nayê kişandin. Her çendî kiryarên wê yên dermirovî bi daxuyaniyan werin şermezarkirin jî her tişt li pêş çavên dewletên ku me navê wan li jorê got qeqimî.

Wezareta jinan hat girtin

Mehek piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê destesr kir, wezareta jinan girt û li cihê wê Wezareta Zêdekirina Fazîletê û Pêşîgirtina li Bêexlaqiyê ava kir. Wezareta nû bi kiryarên xwe yên li dijî jinan tê nasîn. Dema ku li kolanan li gorî wan cilan li xwe nekiribin an jî li ba wan mêr tunebin “polîsên exlaq” ji bo lêdana wan peywirdar dikirin.

Li ser jinan di ekranê de pekanîna rûgirtinê

Di 21’ê Gulana 2022’yan de ji pêşkêşvanên jin ên televîzyonê xwestin rûyê xwe bigrin û derkevin ekranê. Beriya vê biryarê jî gelek jinên ku di televîzyonan de dixebitîn ji kar hatin avêtin. Biryar 9 meh piştî hatina Talîbanê hat ragihandin. Li welat hinek pêşkêşvanên mêr ji bo biryarê şermezar bikin bi maske derketin ekranan.

Xabata rojnamgerên jin hat qedexekirin

Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî, ragihand ku li welat xebata gelek rojnamegerên jin hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku bi Talîbanê re li welat ji 150 zêdetir kanalên televîzyonê, radyo, rojname û sîteyên înternetê hatine girtin. Her wiha gelek rojnamegeran piştî ku Talîbanê rêveberî desteser kir, welatê xwe terikandin.

Ferzkirina xwegirtinê

Bi vê biryarê re li ser jinan hat ferzkirin ku li qadên giştî rûyê xwe bigrin. Bi vê biryarê re gelek jin neçar man ku piştî dehan salan careke din rûyê xwe bigrin. Ji jinan hat xwestin ku tenê di ‘rewşên mecbûrî’ de ji malên xwe derkevin. Hat ragihandin ku ger li gorî van rêbazan tevnegerin dê xizmên mêr ên jinan jî werin cezakirin. Bi vê biryarê re Talîbanê li kolanan kontrola xwe zêde kir. Dikanên ku jinên cilan difiroşin hatin kontrolkirin.

Gera jinan a bi tena serê xwe hat qedexekirin

Rêveberiya Talîbanê, biryar girt ku jinên Afgan ên bixwazin rêwîtiya dirêj bikin divê bi wan re mêrek hebe. Hat diyarkirin ku ji bo jinên ji 72 km. zêdetir rêwîtiyê bikin, mêrek û xizmek wan refaqet bike, divê ajokar bi jinên ku ser û rûyê wan girtî nebe re seyahet neke.

Li kolanan poster hatin daliqandin

Wezareta Zêdekirina Fazîletê û Pêşîgirtina Bêexlaqiyê li hinek herêmên Kabulê, posterên ku jinan teşwîqê girtina rû û pêçeya reş dikin daliqandin. Li ser posteran “li gorî şerîetê divê jinên misilman bi tesetur bin” hat nivîsandin û hat xwestin jin cilên girtî li xwe bikin. Di posteran de cilên jinan “lixwekirina cilên reş û girtina rû yan jî lixwekirina rengê şîn” hat diyarkirin.

Qedexeyên ji bo ajokaran

Li hemû welat ji bo jinên ajokar qedexe hatin. Rayedarên Talîbanê yên li bajarê Heratê ferman dan ku li kursên ajokariyê, dersên ku ji bo jinan tên dayîn û ehliyet werin rakirin. Her çiqas rêveberiya Talîbanê berê van fermanan înkar kiribe jî li gelek deran ev pêkanîn gav bi gav ketin meriyetê.

Dibistana navîn hat rakirin

Zarokên keç roj bi roj ji perwerdeyê hatin dûrxistin. Destpêkê ji bo dibistana navîn biryar hat girtin. Wezareta perwerdeyê di Adara 2022’yan de rojek beriya serdema nû ya perwerdeyê, bi biryarek ji nişkave çûyîna zarokên keç ji bo dibistana navîn qedexe kir. Di talîmatê de hat diyarkirin ku ji bo zarokên keç biçin dibistanan pêdivî bi ‘plana îslamî’ ya berfireh heye. Bi vê biryarê re li Kabulê çalakiyên portestoyî dest pê kirin.

Li zanîngehan polî cuda

Piştî dibistanên navîn, heman biryarên qedexeyan ji bo zanîngehan jî hatin girtin. Gelek dibistanên dewletê, hem ji bo xwendekarên jin hem jî mêr hatin vekirin, xwendekarên jin û mêr li polên cuda hatin belavkirin. Li Heratê ji xwendekarên jin û mêr re hat gotin ku divê di saeten cuda de tevli dersan bibin. Rayedaran ji xwendekarên jin xwestin bi tesetur bûn û hat ragihandin ku dê bermaneyên dersê li gorî prensîbên îslamî bin.

Qedexeya ji bo lîse û zanîngehan

Îsal zanîngeh xwendekarên jin hatin vekirin. Wezareta Bilind a Perwerdeyê ya Talîbanê, bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku çûyîna jinan a zanîngehê hatiye qedexekirin. Her wiha lîseyan jî deriyên xwe ji zarokên keç re girtin. Her çiqas rayedar sedema biryarê bi binpêkirina rêbaza lixwekirinê û kêmasiyê butçeyê ve girê bidin jî her diçe qedexe zêdetir dibin.

Jin neketin azmûna pisporiyê

Li welat li nexweşxaneyan beşên pisporiyê ji bo jinên ku serlêdan kiribûn hatin qedexekirin. Li gelek bajaran, li nexweşxaneyan ji bo pisporiyê hat ragihandin ku tenê mêr dikarin serlêdan bikin. Têkildarî bûyerê di medyaya dîjîtal de gelek kesan bertek nîşan dan, bal hat kişandin ku di beşên nexweşiyên jinan de jî jinan cih negirtine. Li aliyê din ji bo jinên li nexweşxaneyan dixebitin, bikaribin ruxseta bijîjkî yan jî hemşîretiyê bigrin, ‘azmûna olî’ hat ferzkirin.

Jinên karmaned li Kabulê şandin malên wan

Rêveberiya Talîbanê li Kabulê ji jinên karmend xwest li malên xwe rûnên. Ji ber ku kes nedîtin li cihê wan bixebitin ji wan re gotin ji bo demek dikarin vegerin karê xwe. Di navber jinên ku cihên wan nehatin gorandin de hinek xebatkarên dîzayn û departmana endezyar û yên li tiwaletên giştî yên jinan dixebitîn hebûn. Li welat di van demên dawî de jî xebata jinan li saziyên navneteweyî hat qedexekirin.

‘Jin werzêşê nakin’

Talîban her roja ku derbas bû hemû qadên civakê girt bin destên xwe. Hat gotin ku werzîşa jinan hewce nake û hat qedexekirin ku jinên Afgan tevli pêşbirkên werzîzê bikin. Serokê Komîsyona Çandê ya Talîbanê Ahmadullah Wasiq got; “Dibe ku di dema krîtetê de jin nikaribin beden û rûyê xwe bigrin. Îslamiyet destûr nade ku jin wisa xuya bikin.” Tîma krîket a porfesyonel a Afganistanê, li cîhanê bi nav û deng bûbû. Tê zanîn ku gelek lîstikvanên tîmê li derveyî welat in.

Amûrên muzîkê hatin şewitandin

Li bajarê Herat ê dikeve Rojavayê welat, amûrên muzîkê hatin şewitandin. Ajansa fermî ya nûçeyan a Aftanistanê Bahtar, daxuyaniya alîkarê serokê Komîteya Pêşîgirtina li Bêexlaqî û belavbûna Dilpakiyê Şeyh Aziz el-Rahman Al-Muhacir parve kir. Endamê Talîbanê diyar dike ku guhdarkirina muzîkê qedexe ye, ji ber vê yekê rayedarên Talîbanê amûrên muzîkê berhev kirine û şewitandine. Her wiha got ku teşwîqkirina muzîkê dejenerebûnê çêdike û dibe sedem ku ciwan bikevin riyên şaş û civak tune bibe. Li bajar wêneyek ku li ser berhevkirin û şewitandina amûrên muzîkê hebû hatin weşandin.

Bêdengiya li dijî sûcê li ser mirovahiyê

Piştî ku Talîban li welat hat ser rêveberiyê rexistina mafên mirovan a navneteweyî, gelek binpêkirinên mafên mirovan tesbît kir. Di nava wan tesbîtan de herî zêde mafên jinan hatin binpêkirin û ji jiyanê hatin veqetandin. Înfazên bê daraz, îşkence û muameleya xirab, girtina mirovan du sal in li welat ji hedê xwe derbas bûye. NY jî di nav de sazî û rêxistinên civaka sivîl tenê bi tesbîtan bi sînor man. Ji bo pêşî li kiryarên li dijî jinan were gitin tu tişt nehat ferzkirin. Bi sedhezaran mirov ji ber zext û tirsa ku jiyan welatê xwe terikandin. Tenê di sala 2022’yan de li gorî Serokatiya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê gelek ji wan Afgan, hatina 238 hezar û 448 kesan a Tirkiyeyê hatiye astengkirin. Rayederên Tirkiyeyê dan zanîn ku di heşt mehên destêpêkê yên sala 2022'an de 44 hezar û 768 Afganan bi riya hewayê ji bo Kabulê hatine dersînorkirin. Ev hejmar li gorî meha destpêkê ya sala 2021'ê ji sedî 150 zêdebûnê nîşan dide. Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê 320 hezar Afgan dijîn.

Jinên Afgan têkoşîna xwe didomînin

Li dijî sûcên dermirovî yên li Afganistanê tên kirin, jin dest ji têkoşînê bernadin. Di serî de ji bo perwerde û mafên xwe li kolanan in. Tevî gefên kuştin, girtin û lêdanê jî ji bo mafên xwe têdikoşin. Bi derfetên xwe di serî de ji bo perwerdeyê û mafên xwe, ji bo perwerdeya zarokên keç her tişt didin ber çavên xwe. Jin alîkarî û piştgiriya navneteweyî ya ji bo Talîbanê şermezar dikin û vê rewşê wekî îxaneta li dijî gelê Afganistanê pênase dikin. Jinên Afgan ên têkoşer ji Tevgera Jinên Kurd piştgiriyê dibînin, ji bo têkoşîna hevpar xebatên xwe didomînin. Jin bi dengê bilind dixwazin ku cesareta wan belav bibe û dibêjin: “Li dijî Talîbanê bikevin tevgerê.”