Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li NY’ê kir

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê diyar kir ku biryara avakirina komîteyeke serbixwe ya ji bo çarenûsa windayên li Sûriyeyê ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) erênî ye û ji bo bi hezaran kesên di destê dewleta Tirk de bang kir.

Navenda Nûçeyan - Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 29`ê Hezîranê de ji bo eşkerekirina çarenûsa bi hezaran windahiyan li Sûriyeyê biryara avakirina “komîteyeke serbixwe” da. Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya der barê biryarê de daxuyanî da, diyar kir ku biryara NY’ê biryarek dereng e, lê erênî ye.

'Divê biryar were bi cih anîn’

Di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin ku divê di derbarê rewşa mirovî de karekî cidî, bê alî û ji siyasetê dur were meşandin û wiha bê kirin, bang li Konseya Ewlehiya Navdewletî kirin ku ji bo biryar were bi cih anîn berpirsyariya xwe bi cih bîne.

‘Bila zext li ser Tirkiyeyê bê kirin’

Di daxuyaniya ku hate xwestin ji bo diyarkirina aqûbeta bi hezaran kesên hatine windakirin zextê li ser dewleta Tirk jî bike û wiha hate gotin: “Ji bo ku bilez çareseriyek ji aloziya li welAt re bê dîtin, biryarên NY`yê yên têkildar pêk werin û vegera ewle ya penaberan, hêsan bibe, bang li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku ji bo vekişandina Tirkiye û rêxistinên wê yên terorîst ji Sûriyeyê zext bike.”