Komeleya Jinên Pêşverû: Dê jin rê nedin zihniyeta tarî

Komeleya Jinên Pêşverû bal kişandin ku li Tirkiyeyê pêkhateya meclîsê ya herî rastgir û herî paşverû hatiye avakirin û wiha got, "Têkoşîna jinan a bi sedsalan wek raboriyê dê îro jî rê nede zîhniyeta tarî.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Pêşverû (İlerici Kadınlar Derneği - ÎKD) der barê encamên hilbijartina serokomariyê ya ku di 28’ê Gulanê de hat pêkanîn de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi pêkhateya meclîsê ya herî rastgir û herî paşverû ya dîroka Komarê re rû bi rû ne."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya hilbijartinan li maseyên tifaqê mafên jinan bûn mijara bazartiyê û wiha hat gotin: "Yên ku betalkirina Peymana Stenbolê erê kirin û yên ku parastina ji tarikatan re statuya hiqûqî bê dayîn kirin lîsteyên Tifaqa Netewî hatin çûn meclîsê, Tifaqa Cumhur rê dabû parlamenterên HUDA-PAR û Partîya Refahê ya dijmîna jinan di meclîsê de nûnertî qezenç bike. Dema ku ev partî daxwaza betalkirina 6284’an dikin, HUDA-PAR’ê ji bo xwedîderketina jinên hevjinê wan nîne, jin di karên ji 'fitreyê' re guncavin de kar bikin, li kargehên ku tenê jin lê hene bixebitin û rakirina perwerdehiya hevbeş diparêze.

'Dê di hemleyek din de Qanûna Medenî hedef bigrin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî derketina ji Peymana Stenbolê, Qanûna Hejmara 6284'an jî demek dirêj hedef tê girtin û ev tişt hatin gotin:

“Paşverûya di her hemleyê de zext û tarîtiya li ser jinan zêde dikin. Gotinên Serokê Giştî yê HUDA-PAR’ê yên “li gorî çi û kî zarok ji bo kê?” û “Qanûna 6284’an zirarê dide saziya malbatê, Qanûna Medenî û qanûnên cezayî jî mexdûriyeta kesên ku di temenekî biçûk de dizewicin û malbat ava dikin jî mexdûr dike’ yên têkilarî zarokên kêç ên di temena zarokatiyê tên zewicandin, nîşan dide ku di hemleyek din Qanûna Medenî hedef bigrin. Ji aliyê din axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên di mîtîngê de welatiyên xwedî meyla zayendî ya cuda hedef digrin û daxuyaniyên wî yên ecêb yên "Em ê saziya malbatê li ser esasê destûra bingehîn bidin rûniştan din" jî piştgirî dide bernameya HUDA-PAR’ê. Di pêkhateya nû ya meclîsê ku ji aliyê pêşverûyan ve ji hev necuda hat avakirin de, ji bilî yên ku bi zelal tasfiyekirina destkeftiyên Komarê diparêzin û yên ku ji bo hatina van ya îro re dibêjin 'têrê nake, lê belê' û yên ku bi van gotinan diyar kirin ku 'Ger ku Tifaqa Cumhur di xalekî de têkildarî guhertina destûra bingehîn bibêje em bi hev ra bixebitin, em amade ne ku bixebitin'ew ji bo hevkariya şirîkên vê tabloyê ne."

'Dê zextên li ser jinan zêde bibe'

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku di vê pêvajoyê de ku laîktî tê binpêkirin, mafên jinan di tifaqên hilbijartinê de dibin mijara bazartiyê û îslamiyên radîkal di meclîsê de nûnertî qezençkirin,  dê zexta li ser jinan zêdetir bibe û wiha hat gotin: "Em bi tabloyeke tarî ku yek bi yek mafên me yên hatine bidestxistin werin standin re rû bi rû ne."

'Em mafên xwe ne bi lihevkirinê, bi têkoşînê dikarin bi dest bixin'

Di daxuyaniya ku hate dest nîşan kirin lê belê li dijî paşverûtiyê tercûbeya welat û , têkoşîna jinan a bi sedsalan wek raboriyê dê îro jî rê nede zîhniyeta tarî de, wiha hat gotin:

“Em ê ji bo welatekî ronî ji têkoşîna xwe ya gav paşve neavêjin. Yê ku jinan ji vê tabloya tarî rizgar bike, li hember kesên zewaca zarokan diparêzin û êrîşî mafên jinan dikin bilindkirina ala laîktiyê ye! Em bi milyonan in. Em dizanin ku em mafên xwe û pêşeroja xwe ne bi 'lihevkirinê', encax bi têkoşînê bi dest bixin. Em dizanin ku em bihêz û birêxistin in. Hêvî di hêza me ya rêxistinkirî de ye. Niha dem dema mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ye.”